BOLOGNA – Meş bi dirûşma “Bi şoreşa Rojava re, jin jiyan azadî” hate organîzekirin û endamên Rete Kurdistan, Rete Jin, Jineolojî Îtalîa, Non ûna Dî Meno, Ya Basta û Labas, her wiha nûnerên gelek rêxistinên siyasî û civakî, sendîkayên xwendekaran tevlî bûn.
Ji bajarên Emîlî aRomagna, Modena, Parma, Fîrenze, Padova û Romayê gelek kes tevlî bûn. Meşê saet di 15:00 de li qada 20 Settembre dest pê kir.
Meşê bi dansa Las Tesîsê dest pê kir û ji Erdogan re hate gotin, “Kujer, dagirker, dîktator tu yî”.
Di meşê de pankarta bi nivîsa “Eger ev jiyan a min e ji bo afirandina wê divê têbikoşim” hate hildan ku ev gotin gotina Sakîne Cansiz e. Her wiha wêneyên her sê şoreşgeran û alên YPG, YPJ û PKK’ê hatin hildan.
Jinên Îtalyayî tim û tim dirûşma “Ji çiyayên Kurdistanê heta bajarên me jin jiyan azadî” qîriyan. Li qada Maggîoreyê jî meş veguherî mîtîngê.
Piştî axaftinan çalakî bi performansa Las Tesîs û govendê bi dawî bû.