MINBIC – Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Jinan a Minbicê dest pê kir û heta avahiya komîteyan a li rojavayê bajêr çû. Jinên ciwan alên Meclisa Jinan hildan.
Meş li pêş avahiya komîteyan vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Paşê bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê endama Yekitiya Werzîşê Rûa Seto axivî û wiha got: “Komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê israr û hêza me bi rihê berxwedana ku me ji fikrên Abdullah Ocalan wergirtine, zêde dike,.”
Paşê bi navê Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarê Wê Nesrîn Şêxo axivî û berxwedana şehîdên azadiyê silav kir û wiha got: “Bi saya lehengiya şehîdan, em azad dijîn.”
Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê û şehîdên azadiyê bi dawî bû.