HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger îro pêşengeha wêneyan a ku li bajarê Helebê bi dirûşmeya “Bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê tune bikin û Serok azad bikin” li dar xistibû, bi dawî kir.Di roja dawîn a pêşengehê de bi dehan şênî, nûnerên partiyên siyasî yên taxê, endamên Mecilsa Malbatên Şehîdan û Meclisa Tenduristiyê beşdar bûn. Pêşengeh li hola Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li beşa Rojava ya taxa Şêxmeqsûd lidar ket.
Her wiha sînevizyonek girêdayî girîngiya perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ji bo vê pêvajoyê hate pêşendan.
Di dawiya pêşengehê de endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Bêrîvan Îbiş axivî û spasiya kedên wênesazên ku tev li pêşengehê bûne kir.
Bêrîvan diyar kir ku dîmenên di bîra wan de mane wê bibe sedemek da ku li hember tevahiya cureyên dagirkirin û qirkirinê liber xwe bidin.
Pêşengeh bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkriina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bidawî bû.