RİMÊLAN – Fîlmê “Ji bo azadiyê” ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye amadekirin. Fîlm li bajarê Kobanê hatiye kişandin, derhênerê wê Arsîn Çelik e. Fîlmê “Ji bo azadiyê” balê dikşîne ser berxwedana komek ciwanên Kurd a li hemberî çekên giran ên artêşa Tirk a dagirker li Sûra Amedê ku 100 rojan dewam kir. Navaroka wê ji bîranînê şehîdên berxwedanê û şahîdan e.
Fîlm li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna şêniyên Girkê Legê û Rimêlan hate pêşandan.
Fîlm beriya niha li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kudistanê hate pêşandan û yekem car di mîhrîcana Sîmena ya navdewletî li Hindistanê de hate pêşandan.
Tê payîn ku dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin pêşandan.