NAVENDA NÛÇEYAN
Dengek ji me bê deng bû, çiqas zore ku dengek ji nav denga qût bibe..!
Mirov carna dibe aşiqê bêdengiyê û dengê bêdengiyê ji xwe re gûhdar dike û ji wê bê dengiyê gelek dengan dibihîze, ji dengê bêdengiyê xweştir çi heye?
Mirov di kare pir tiştan bêje lê gelo wê çiqas rast be? Ji ber wê jî tişta rast baştir e.
Min hevalek bi navê Xerîb Welat nas kir, min bi wî re gelek rojên xweş derbas kir, birastî jî gelekî hêja û delal bû, hêjayî welatê xwe bû û pir ji welatê xwe hez dikir. Ger te bigota ji bo welatê xwe bimire wê bimiriya. Mirov dikaribû ji heval Xerîb pir tiştên xweş fêr bibe, heval Xerîb aşiqê Felsefa Rêber APO bû. Di karibû bi saetan dengê heval Reşad Sorgul guhdar bikira û jê têr neba ji ber felsefa Rêber APO bi dengê heval Reşad guhdar dikir.
Heval Xerîb zarokê xaka Efrînê bû, Xerîb zîraet xwendibû pir ji xwezayê hez dikir.
Xerîb bû dengê bedengiyê di nava me de.
Bû kevokek sipî û firiya çû di nava me de.
Xerîb were min nehêle bi tenê heval nehêle.
Ey heval çima dengê te nema tê çima?
Heval Xerîb her ji min dixwest ku ez ji welatê xwe re xizmetekî baş bikim, lê min ji wî dixwest ku em bi hev re kar bikin û min qet ne dixwest ku ew ji min dûr bikeve. Roja çû enîyê, min jê re got heval ez ditirsim ku em carekedin qet hev nebînin, bê deng ma û weke ku bêje ez dixwezim dengê bê dengiyê guhdar bikim piştî demeke kin kete wesayitê û çû. Êdî li me venegeriya, çavê min her ma riya wê lê mixabin, ne xebera hatina wî belku xebera şehadeta wî ji min re hat.
Dengek kete guhê min dengê bêdengiyê bû. Dengê bêdengiya Şehîd Xerîb bû. Dengê rastî û evîndariya wî bû. Ji min re gotin Xerîbê Welat gehîştiye asta şehadetê. Di wê kêliyê de min xwest feryadekî bikişînim lê min nedikarî tişta ji min dihat ew bû ku ez rondikan bibarînim. Di wî demî de min ji dengê bêdengiyê hez kir heta ez bûm aşqê dengê bêdengiyê.
Dema mirov di nava xeyalan de be wî demî ji dengê bêdengiyê xweştirîn deng tişte nîne.
Ew e rastiya xweşbûna dengê bê dengiyê.
Xerîbo tu li ser xaka xwe bibûyî xerîbê welatê xwe. Gelek zore heval ku mirov bibe xerîb li ser xaka welatê xwe.
Ey welato tu çiqas şirînî ku Xerîban laşê xwe perçe perçe kirin ji bo te.
Ey welato tu çiqas xweşikî ku evîndarên te xwe perçe perçe dikin ji bo te.
Xerîban dîtin riya heqîqet û evîna rast, kirasê zavatiyê li xwe kirin û xwe fedayê evîna xwe ya rast kirin.
Çûyîna te xemgîniya min bû heval. Çima? Çima heval ji min dûr ketî? Heval hê gelek rojên xweş mabû ku em bi hev re derbas bikin.
Ey Xerîbê min dengê bêdegiya te her şev di guhê min de diçe û tê heval.
Ey heval tu bi kuve çûyî hê me yê bi hev re sitêr û heyva asîmanê çiyayê Qereçox bênêriyan di şevên tarî de.
Ey heval tu bi kuve çûyî hê me yê bi hev re dengê bêdengiya hev û stêrkên şevan guhdar bikiryana heval.
Ey heval tu çûyî di şeva 25,ê NÎSAN ê de çiyayê Qereçox 20 Evîndar rê kire gel te heval.
Ey heval çemê Firatê li ber bêdengiya te giriya heval.
Ey heval hê me yê bi hev re darê evîndaran bi canda heval.
Ey heval wê Qehremanên weke Baweran Dara te ya jînê av bidin bi xwîna xwe.
Heval bila dilê te rehet be heval.
Heval dengê te wê hertim bijî wê tu caran nemir e.
Şehîd namirin!
MURAD ROJHILAT