HELEB – Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li bajarokê Kefirhemra yê rojavayê Helebê bi cih bûne, bi hewanan taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê vê sibehê topbaran kir û di encamê de zirarên madî çêbûn.
Piştî agahiyên avêtina hewanan, dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hudirîn berê xwe da cihê bûyerê ku sivîlan biparêzin û bermahiyên hewanan rakin.
Şahidê bi navê Cemîl Mihemed wiha got: “Ez li pêş mala xwe bûm dema dengê bihêz hat û dûman ji mala cîranê me derket û revîm hundir û hin kevirên ji ber teqîna hewanê firîne, li min ketin.”
Cemîl Mihemed wiha domand: “Em ji herêm û gundê xwe yê Efrînê koçber bûn, lê dîsa jî topbaran û qirkirin li pey me ye.”
Li gorî rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şukrî Mamo, hewan ji derdora Kefirhemra anku cihê bicihbûna çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatine avêtin û piştrast kir ku hêzên wan bermahiyên ku dê biteqin da ku tu bûyer çênebin, rakirin.
Çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker duh taxên bajarê Helebê yên di bin serweriya hêzên rejîmê de topbaran kirin û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn.