KOBANÊ – Endamên Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bo plansazî û çalakiyên di sala 2020’an civînek li bajarê Kobanê lidar xist. Civîna ku saet 10:00’an li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê destpê kir, bi nirxandina rewşa siyasî ji aliyê Harûn Apoyî û bi niqaşên li ser plansaziyan berdewam kir.
Di civînê de gelek plansazî û çalakî ji bo sala 2020’an hat diyar kirin.