NAVENDA NÛÇEYAN
6 Gulana 1996’an de dijmin ji bo Serok APO îmha bike planeke qirêj hûnandibû. Li gor vê planê wê Rêbertî di encama êrîşeke bombayî de bihata kuştin û wê kesî nezanibe kê ev bûyer kiriye. Lê ji ber ku li Şam’ê heman rojê şahiyek jî hebû û di nava wê gengeşiyê de dijmin di demê xwe de negihîşt navnîşana (adrêsa) Serokatî û sûwareya bombarkirî li cihekî nêzî noqteya Serokatî diteqe.
Di bûyerê de gelek kes tê kuştin û destpêkê kes nizane navnîşana rastî kîderê bû. Lewma herkesî meraq dikir. Ev plana qirêj a îstîxbarata Tirk (MÎT’a Tirk) neçûbû serî. Bûyera ku wek “Bûyera 6 Gulanê” tê nasîn bi kurtasî wiha bû.
Di vir de tişta ku pêwîste bala me bikşîne helbet çalakiya Heval Zîlan e ku bi vê çalakiyê bersiva herî zêde dijmin matmayî dihêle dayî dijmin bû. Tişta ku vê çalakiyê ji çalakiyên din cûda dike ew e ku beriya wê çalakiyê ti caran çalakiyek wisa xwebexşane nehatibû kirin. Li kêleka wê eger mirov hem ji aliyê rêxistinkirinê ve hem ji aliyê şêwaz ve hem jî ji aliyê dîrokê ve binêre çalakiyeke herî watedar û bi nirx bû. Heta wê demê gerîla şêwazê ku ji milê dijmin ve dihat zanîn dimeşandin. Ji ber vê yekê di zengîntiya çalakiyê de gerîla xetimîbû. Lê çalakiya Heval Zîlan di heman demê de ji gerîla îlhamekî nûjen bû ku digot mirov wisa şer dike û wisa dijmin neçar dihêle.
Piştî ku Heval Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de li navenda Dêrsim’ê di nav polîs û cendermeyên Tirk de bedena xwe kir parçe parçe, dijmin gelekî tirsiya. Ji ber ku nedizanî ji vir û şûnde wê kîderê çalakiyeke wisa were kirin. Heta ku çalakî û şêwazê şer bi çiyayan ve sînordar bû ji bo dijmin baş bû. Dijmin fêrî şêwazê gerîla bibû. Lê piştî vê çalakiyê êdî tirsa ku şer belavî hûndirê bajaran bibe ketibû dilê dijmin.
Di çalakiya Heval Zîlan de bi dehan polîs û leşkerên Tirk hatibû kuştin. Heval Zîlan bi şêwazê ku bala dijmin pir nekşîne xwe rêxistin kiribû û wek jinekî ducanî xwe amade kiribû. Lewma çalakî serket.
Bêguman di vir de pêwîste em bîranînên Mehmet Tunç yê ku di şerê bajarê Cizîra Botan de di Sibata 2016’an de şehîd ket û şahîdê çalakiya Heval Zîlan bû, derbas nekin. Mehmet Tunç, wê demê li Dêrsim’ê leşkertiya dewleta Tirk dikir û qet nefikiribû ku jina ducanî xûya dikir wê di ber wî de derbas bibe û biçe nava polîsan xwe biteqîne. Di bîranînên xwe de Mehmet Tunç tîne ziman ku ji çalakiya Heval Zîlan gelekî bandor bûye. Bêguman her du kesayet jî hêjayî xelatên dîrokî ne ku ji bo azadiya gelan û ji bo rûmeta gelê xwe, xwe feda kirine.
Ya bingehîn ew e ku pêwîste behsa kesayeta wan û bandora wan li ser civakê bê kirin. Bersivdayîna Heval Zîlan li dijmin ciheke gelekî girîng û dîrokî digre, lewma gelekî watedar e. Ji me re gotiye ku ‘Eger hûn berê xwe bidin Rêberê min em ê jî we di nava bajarên we de parçe parçe bikin. Yê bixwaze Serokê min îmha bike, wê bi xwe bibe sedema jiholêrabûnê.’
Li pey êrîşa li ser Serokatî çalakiya Heval Zîlan ji dijmin re peyameke bingehîn bû ku dijmin xwe kişand qalikê xwe û li hember gerîla asê ma.
Gotina Heval Zîlan ya, “Xwezî ji rihê min zêdetir tiştekî din hebûya da ku min bida” îfadeya mezinbûna kesayeta wê ye. Vegotina, bi her tiştê xwe ve xwedî Rêbertiyê derketin û vê yekê nîşanî dost û neyaran kirin e. Kesê ku evîneke pîroz a payeberz tinebe nikare çalakiyeke bi vî rengî bike. Yê ku ne xwediyê baweriyek xort a serkeftinê be nikare çalakiyeke wisa bike û serxe. Yê ku çand û dîsîplîna leşkerî di xwe de nedabe çandin nikare bersiveke xort bide dijmin. Yê ku rastiya girîngiya Serokatî fêm nekiribe nikare çalakiyeke wisa bêhempa plankirî lidarxe. Heval Zîlan xwe gihandibû lûtkeya hemû têgînên erênî. Bi her awayî li hember dijmin tije kîn bû, diviyabû dijmin jî bersiva xwe ya herî xweş hatî hûnandin bigirta û girt jî.
Heval Zîlan wek şervanekî jin a leheng cihê xwe di dîrokê girt. Wê herdem navê wê bîranîna wê di dilê me de be. Çalakiya wê di dilê me de weke evînekî teqiya ye û wê her bandorê li hiş û mejiyê me bike. Ez ê nîvisa xwe bi gotina Serokatî bi dawî bikim.
Zîlan Fermandara Min e, Ez Şervanekî Wê Me,
Kesayeta Zîlan, Kesayeta Eşqê ye.
Guven Erzîngan