NAVENDA NÛÇEYAN – Di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, ji bo şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her sal meşeke dirêj pêk tê. Baskekî vê meşê jî ji aliyê ciwanên Kurd ve tê organîzekirin.
Bernameya meşa dirêj a ciwanan ku wê bi dirûşma “Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe” pêk were, diyar bû.
Meşa Dirêj zêdeyî 20 sal in bi daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanên Kurd ve li Ewropayê tê lidarxistin. Ciwan wê îsal jî di meşa xwe de ji mirovên li derdorê re qala fikir û îdeolojiya Ocalan bikin û piştî meşê çalakiyên çand û hunerê pêk bînin. Ciwan wê bi şev jî li mala Kurdistaniyên li herêmên jê derbas dibin bimînin.
Ji bo Meşa Dirêj wê ciwanên ji çar aliyên Ewropayê di 7’ê Sibatê de li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê li hev kom bibin.
Bernameya meşê wiha ye:
Roja 1’emîn: 8’ê Sibatê | Frankfurt – Neu Isenburg
Roja 2’emîn: 9’ê Sibatê | Neu Isenburg – Darmstadt
Roja 3’emîn: 10’ê Sibatê | Darmstadt – Bensheim
Roja 4’emîn: 11’ê Sibatê | Bensheim – Mannheim
Roja 5’emîn: 12’ê Sibatê | Mannheim – Homburg
Roja 6’emîn: 13’ê Sibatê | Homburg – Saarbrücken
Roja 7’emîn: 14’ê Sibatê | Şahî