SILÊMANÎ – Jinên Ciwan ên Têkoşer li zanîngeha Silêmanî pirtûka yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) a bi navê, ‘Jiyana min her tim şer bû’ li ser xwendekaran belavkirin.
Jinên ciwan li hewşa zanîngehê standa pirtûka Cansiz danîn û pirtûkê dan nasîn. Di encama nasandina pirtûka, ‘Jiyana min tim şer bû’ de bi dehan pirtûk li ser xwendekaran hate belavkirin û xwendekar eleqeyeke baş nîşan dan.
Hate gotin, belavkirina pirtûka Sakîne Cansiz ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an di encama komployekî de şehîd bûbûn, hatiye kirin.