ÇEWLIK – Li ser fermana Serdozgeriyê ya Komarê ya Kanîreşê polîsan avêtin ser mala Serhat Tiryaki yê li navçeya Kanîreş a Çewlikê. Hate ragihandin ku li mala Tiryaki yê li Ewropayê dijî, hevjîn û du zarokên wî hebûn. Polîsan li malê lêgerîn kirin û her tişt belawela kirin.
Polîsên ku di lêgerînê de tişteke wek sûc nedîtin mal serûbin kir.