NAVENDA NÛÇEYAN
Dema ku min destpêkê heval Hebûn nas kir, hîna ciwan bû. Di aliyê fîzîkî de zehmetî dikişand lê sekna wê pir xurt bû. Tam leşker bû. Di tevlîbûna xwe de hîna dema ku nû tevlî bibû jî weke roja ku şehîd ket bi biryar bû. Di pêvajoya çiya de jî nas kirinek me hebû. Timî diyalogek wê yê gerim bi hevalên derora wê re hebû. Di pêşxistina kesayeta xwe de îsrarek wê yê mezin hebû. Ji ber wê jî hez kirinek min yê cuda li beramber heval Hebûn hebû.
Di şerê Kobanê de li eniya nêz me bû. Min hîna ew li Kobanê nedîtibû. Dema ku bi min re ket têkiliyê û em axivîn ez di şoqê de mam. Di kêliyek wisa qirîtîk de hatina hevalên weke heval Hebûn a Kobanê ji bo me giring bû. Gotina wê ya destpêkê pir giring bû û moral da me. Destpêkê got “ em bi hawarê Kobanê ve hatin!” Ew û rêhevalên li kêlek wê bi moralek bilind û coşekê hatibûn Kobanê. Heval Hebûn di fermandariya Eniyê de cî digirt. Got “ beriya ku tiştek bi min were ez dixwazim te bibînim.” Di wê demê de jî pevçûnên giran diqewimîn û derfet nebû. 2-3 roj paşê dîsa em axivîn. Hevalên li kêlek wê piranî şehîd ketibûn û gelek hestiyar bibû. Dema ku ew li nexweşxanê, ez çûm cem wê. Ji xwe di wî şerê girande enî û nexweşxane eynî bûn. Birîndar bibû. Pêşniyar kir ku dîsa biçe eniyê. Digot “ min ceribandiye ez dikarim çek rakim. Ji xwe hîna jî di eniyê de hevalên birîdar pir in.” Wê demê ji bo ku biçe eniyê pir îsrar kir lê doxtor destûr neda. Digot “ez bi biryardariyek mezin hatime Kobanê. Lê min sê rojan tenê şer kir û birîndar bûm. Pêwîste ez erka xwe bi cî bînim. Ez wê birîndariyê qebûl nakim.” Tevî ku destê wê girêdayî bû jî ji xwe re nedikir pirskirêk. Piştî ku destê wê kêmek baş bû dîsa hate eniyê.
Heval Hebûn hem di sekin, hem jî di şer, rabûn û rûnişkandina xwe de fermandarek leşkerî bû. Di milê ziman de jî xwe pir pêş xistibû. Ev qabiliyeta wê hebû. Carekê nûçegîhanên Tirk pê re hevdîtinê çê dikin bi zorî bi wan dide bawer kirin ku ji Rojava ye.
Ji bo eniyê timî îsrar dikir. Di pêvajoya birîndariya xwe de timî digot ”ewqasa heval şehîd ketin. Pêwîste ez tola wan hildim. Ger ku nehêlin jî pêwîste ez tola destê xwe yê birîndar hildim.” Birîndariya wê ya di demek kin de di dilê wê de mabû. Hezim ne dikir ku çima zû birîndar bûye. Di pêvajoya birîndariyê de jî timî bi hevalên eniyê re diaxivî. Moral û perspektîf dida hevalan. Timî bi hevalan re di nava diyalogê de bû. Dema ku me got biçe perwerde bide şevanên nû jî qebûl nekir. Digot ji derveyî eniyê û şer ez naçim tu ciyekê. Li kuderê şer gerim bû, dixwest biçe wê derê. Kesayeta wê di her warî de kesayeta fermandarek pêşeng bû. Di hemû aliyan de ji şer û tolhildanê re xwe kilîd kiribû.
Piştî birîndariyê bi biryardarî, coş û moralek mezin dîsa wegeriya eniya şer. Demekê di eniya Rojavayê Kobanê de dijmin tenê bi çekê giran êrîş dikir. Ji ber ku em di pozîsyona parastinê de bûn, timî îsrar dikir ku em êrîş bikin û ev taxtîka me rexne dikir. Dema ku hemleya rizgarkirina Kobanê destpê kir, heval Hebûn digot: “ ez îro biryardariya xwe nû dikim û ciyê ku hevalên me xwîna xwe lê rijandin, pêwîste em rizgar bikin. Pêwîste lingê qirêj yê DAÎŞ’ê li ser wê axê nemîne!” Heya em gihîştin Îzaê jî heval Hebûn li cepha Rojava bû. Piştre li gor pêdiviyan wesazbûna wê li eniya başurê Kobanê çê bû. Li wir jî çeper bi çeper digeriya. Yek yek bi hemû hevalan re mijûl dibû. Ji bo ku çawa bikaribin çeper bigrin û xwe rêxistin bikin perspektîf dida.
Heval Hebûn ji şehadeta hevalan pir tesîr bibû. Ji ber wê jî digot: “ji b ku ez tola wan hevalan rakim çi pêwîst bike ez ê pêk bînim.” Hevalên ku bi hev re hatibûn Kobanê, piraniya wan hevalan şehîd ketibûn. Heval Hebûn ji bo ku bikaribe li ked û têkoşîna wan xwedî derkeve di aliyê vîjdanî de pir zehmetî dikişand û hemû kedê wê jî li ser wê esasê bû. Dema ku demê daxûyaniyan dihat, tevî hemû îsraran jî dernediket pêşberî çapemeniyê. Ji ber digot “min kêm şer kiriye.” Ev jî sekna fermandarek xwedî vîjdan û dillnimiz dide diyar kirin.
Bi sekin û tevlîbûna xwe, di nava hemû hevalên jin de pêşeng bû. Xwe anî bû asta pêşengtiyê. 24 demjimêran li ser destikê dengê wê dihat. Yek bi yek perspektîf dida hevalên jin. Heval Hebûn hem bi dîsîplîna şexsî hem jî di nav şer de mînak û pêşeng bû. Di şerê bajaran de xerîbî nedikişand. Te digot qey bi salane di nava şerê bajan de ye. Di milekî de dîwar kun dikir, di milekî de perde dida ber dîwar, di milekî de çeper çê dikir. Bi her awayî di nav hevalan de bû. Ev taybetmendiyên wê sekna milîtanek bi biryar, xwedî bawerî, girêdanbûna hevaltiyê û ruhê serkeftinê dida nîşandan. Bejna heval Hebûn dirêj bû. Dema ku me ew hişyar dikir ji bo ku xwe li hember suîqastên dijmin biparêze, timî bersiv dida û digot: “ min soz daye ku ez wê carê birîndar nebim. Ez ê heya ava Firatê biçim.”
Heval Hebûn bi ruhê serkeftinê hatibû Kobanê û li gor wê jî tevlî jiyanê dibû. 3 mehan li Kobanê ma. Lê ev demê xwe kêlî bi kêlî tije jiyan kir. Di tevlîbûna wê de weke fermandarek YPJ’ê ji hatina wê ya Kobanê heya şehadeta wê jî di dilê hemû hevalan de cî girt. Kesayetek wisa bû ku heta deqeyek xwe jî wala derbas nedikir. Dema ku çû eniya başurê Kobanê, digot: “ wê derê ciyê şehîd Ozgur, şehîd Hêlîn û şehîd Kendal e! Heya ku ez bigihîjim ciyê ku heval Hêlîn lê şehîd ketiye ez ê nehêlim tiştek bi min were. Gihîştina ciyê ku heval Hêlîn lê şehîd ketiye ji bo min hinceta serkeftin û jiyanê ye.” Bi rastî jî heya ku heval Hebûn negihîşt ciyê ku heval Hêlîn lê şehîd ketiye, şehîd neket.
Em dikarin bêjin ku heval Hebûn weke jinek Kurd bû sembola ruhê fedaî û kesayetek milîtan ku di serkeftinê de xwe kilîd kiriye. Heval Hebûn bi avakirina wê ruhê li Kobanê û bi hevaltiya xwe re bû fermandarek demê. Heval Hebûn tu carî ferq nexist nava hevalan, ji ber wê jî her kesî heval Hebûn gohdar dikir. Heval Hebûn bi sekna xwe hêza berxwedanî û şerkeriya jina Kurd her wiha fermandartiya YPJ’ê bi awayekî pir eşkere da nîşandan. Di nava wê şerê giran de dengê Rêbertî bi hevalan dida gohdar kirin. Ev taybetmendiya milîtanên Tevgera Azadiyê û girêdana wan bi Rêbertî re ye.
Heval Hebûn hevaleke li gelek herêmên Kurdistanê geriya bû. Li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîn dabû meşandin. Herî dawî di şerê kelha berxwedanê Kobanê de ciyê xwe girt. Di dilê heval Hebûn de hestên azadiyê sînor nenas û bê dawî bûn. Heval Hebûn di kesayeta xwe de hemû sînorên koledariyê binpê kiribûn. Ji ber wê jî îfadeya şoregera sînor nenas herî zêde ji bo heval Hebûn derbasdar e.
Rêhevala wê ya Têkoşînê