NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî dema herêmê saet di 12:25’an de bi topan gundên Birketik û Bîrkîno yên Girê Spî hatin bombekirin.
Saet di 11:50’î de jî bombe li gundên Ebdiko yê Mezin, Ebdiko yê Biçûk û Kopirlikê hatin barandin. Der barê êrişên dijî gundên Girê Spî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Dewleta Tirk a dagirker hema bêjin her roj êrişê dibe ser herêmên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Di 15’ê Çileyê de embara genim a Ûmilkeyfê ya li Til Temirê bombe kir. Topbarana ku di 14’ê Çileyê de li gundê Erîda yê Girê Spî dest pê kir heta danê nîvro yê 15’ê Çileyê dewam kir.
Heman rojê gundên Meranaz û Malikiye yên navçeya Şera ya Efrînê jî hatin bombekirin.