NAVENDA NÛÇEYAN
Herema Botanê cihe kê pir berfirehe ji bo vê jî ez bi xwe li Cûdî mam. Dema min cûdî dît ew dem min fêm kir ku çima heval dixwazin biçin Bakur bi taybet jî Cûdî. Birastî jî dema mirov Kurdistanê digere ew dem mirov di bê je buhişt divanderande ava bûye. Cûdî cihekê pir bilind û dîrokî ye. Erdnîgeriya Cûdî ji bo şer û xwe parastinê jî cihê kê pir başe. Erdnîgeriya wê aliyekê sozanin aliyekê jî çiyane. Cihên wê yê cûda jî hene. Weke girê Hirmo, Bilika û girê Culu. Milên girê Bilika û yê Hirmo daristanin. Milê girê Culya jî daristane lê qandî yê Bilika û Hirmo nîne bi giştî her çar milên wê jî tê bikar anîn. Lê herê zêde milê Navser û Hirmo tê bikar anîn. Araziyê Cûdî pir heşke, ji bo wê jî pêwîste fizîkiyê mirovan li wir xurt be. Lê yê me hem vîna me hem jî baweriya me xurte ji bo wê jî fizik pir zêde ne giringe. Av di girên wê de nîne. Dema mirov diçe av bîne mirov zehmetî jiyan dike lê di hundirê wê zehmetiyê de tiştekê heye ku tam û xweşiya jiyanê dideme. Hevaltî… Dema mirov diçe li ser navserê ew dem her çar perçeyê Kurdistanê dikeve hemêza mirovande. Ew kêlî aramtiyek ewqasî xweş dikeve bedena mirovande nayê bi lêv kirin. Tevizandinek zirav leşê mirovande derbas dibe. Mirov dixwaze qîr bike û bi bêje Kurdistan… Her çar perçeyê Kurdistanê li ser navserê xuya dike. Di milekê de Kurdistana Başur, milê din Kurdistana Rojava û Bakur. Dema mirov li vir derdora xwe meyze dike mirov his dike ku di cihekê azad deye. Pir cara ez çûma li van dera. Di ava bûyîna rojê re em li wandera digeriyan. Ne di destê mirovande mirov aşiqê wandera di be. Bi taybet jî ji bo jin wan cihan weke ku mirov ji nûde dayîk bibe û cewhera xwe vegere. Ev rastiyekê erdnîgarî jî mirovan perwerde dike. Her wiha hest, ruh û bedena mirovan de hesta jiyan û hebûnê ava dike. Jin û xweza bi hevre girêdayîne.
Cûdî cihekê pir giring û stratejîke. Weke gerîlayekê jin li wan dera mayîn û gerîlacîtî li wandera kirin şansekê pir pîroze. Her çiqasî em ji xwezayê dur ketine jî lê bi xwe naskirinê re mirov yêk bûyînek bi xwezayê re jî di de çêkirin. Ji bo me jî tu pirsgirêk ava na be. Hevalên jin pir aktîf tevlê jiyan û çalakiyan di bin. Zehmetiya erdnîgerî ti carî pêşiya bawerî û vîna me ne bûye asteng. Ji ber ku, em bi zanist tevlê di bin, ev jiyan jiyana me ye û em şerê hebûn û nasnameya xwe didin. Em tola dîroka xwe ji pergal û hişmendiya baviksalarî digrin. Ji bo vê jî tevlê bûyîna hevalên jin di asta jor deye. Her tim di hevalan de coşek heye. Hevalên me navê vê coşê kirine, coşa serkeftinê. Di qadên gerîla de her karên mirov dike jê morel digre. Her tim em ji hevre di bêjin her kêliya ku mirov di jiyana gerîlatî de jiyan bike wateyê xwe yê cûda heye. Her kêliyê jiyanê mirov tiştên nû fêr di be û jiyan dike. Ango jiyana me ewqasî guhertin û veguhertinê re vekiriye. Ji bo tevlê bûyîna çalakiyê xwastekên hevalan pir çê dibin. Hevalên jin carekê de hemû bi hevre tevlê çalakiyê nabin. Hevaltiyek pir cûda tê jiyan kirin. Di her hevalê de hesta ku bila tu tiştek hevalê min ney bila ez şehîd bikevim, bila hevalê min zehmetî jiyan neke bila ez jiyan bikim û h.w.d. Ji bo vê jî her tim heval bi dilxwazî tev di gerin. Vînek pir xurt tê avakirin. Tekoşînek pir cûda pêş dikeve. Dema talîmatên rêxistinê jî tê em bi hevre dixwînin. Ji xwe perwerdeyên zivistanê pir bi nizam tê dîtin. Cardin rêhevalên jin jî perwerdeyên xwe yê xwemal di bînin. Perwerdeyên me piranîn li ser dahurandinên Serokatî dihat dîtin. Her wiha dahurandinên me ji bo hevdû jî pêş diketin. Ji bo ku em bikaribin hên baştir hevdû nas bikin û his bikin pêdivî heye ku em rûyê pergala bavik salarî yê qirêş li hev bidin nas kirin. Ji bo wê em hevdû jî perwerde dikin û her hevalek jî li gor pêdiviyên xwe yê şexsî perwerdeyê tekakes jî di bîne. Ango em başverûtiyên hevdure jî şer dikin, hevdû perwerde dikin, hêz û bawerîi didin hev. Xwe perwerde kirina jin pir giringe. Cardin perwerdeyên leşkerî, di milê taqtîk de û çalakiyên xwemal de nêrîn û şîroveyên bingehîn pêş dikevin. Ji ber ku encex jin hevdu nas bikin, his bikin û ji hevdû hes bikin. Birastî jî her hevalek ji bo vê ked û tekoşînên bêhempa dide. Ji bo ji nûde bi cewherê xwere yêk bûyînek bidin avakirin jî erdnîgeriya welatê me jî alikarî dide me. Ango buhişta mirovahî yê cardin dixwaze di bûhişta xwe de pêşengê civaka exlaqî û polîtîk bi bîne. Ev jî jine…
Li ser vê bingehê ez dixwazim bîranînekê xwe bi were parve bikim. Di operasyonekê de li ser noqta me baskin çê bû. Ji xwe em ji bo rewşên awarte her tim amadene. Wê rojê heya êvarî em bi neyar re ketin dinava pêvçûnê de. Pevçûnek pir giran dihat meşandin. Neyar di aliyekê de pevçûn dikir di aliyê din de jî bi kobreya leşker di daxist. Ev ne bese ji bo ku bikevin cihê me jî yekineyên xwe rê dikirin. Lê, heval jî ji bo ku neyar nekevin cihê me de bi riya çend baskan li ser neyar de di çûn. Ez bawer dikim ku neyar ji hatina gerîla şaş ma bûn. Ji ber hevalên me keti bûn qenalê wan, leşkerek ji fermandarê xwe re di got fermandarê min ji her milave li ser me de êrî dikin, fermandar jî qîr dikir di got; bernedin şer bikin. Dema hevalên me rewşa neyar di dîtin, pir dilê wan bi leşkeran ve dima. Ji ber fermandarê wan ji xwere di rûne leşkerên feqîr rê dike şer. Lê, ew hati bûn cihê me nikarin me, em her derê welatê xwe kun bi kun nasdikin, cardin em bi dilxwazî û bi vîna xwe şer dikin. Em weke wan tirsa mirînê jiyan nakin. Em ji bû jiyanekê bi rûmet şer dikin. Wê pevçûnê de yazdeh miriyê neyar hebû. Li wir me bi çavê xwe dît ku yekineyên ne yar li hember berxwedanî û tekoşîna ku gerîla di da meşandin ji kestî bûn. Kobra bi awayekê hovane li me dixist. Em çar heval bi hevre bûn. Lê, du hevalên me jî sengerên cûda de bûn. Armanca me ew bû ku em parastina hevalên ku gir girtine bikin. Heya derengê rojê pevçûn berdewam kir, di heya wê kêliyê de tiştek ji hevalan ne hati bû. Lê, ji ber ku sengerê me eşkere bûbû ji bo vê jî hevalê xort yê ku di sengerê de bi mere bû birînda bû. Dema birîndar jî bû min gazî kirê ber siva min ne dîda ez pir tirsiyam min got gelo şehîd ketiye. Çend car dî jî min gazî kirê lê bersiva min ne da. Ew dem tevizandinek ku min ti carî jiyan nekiri bû, di leşê min de di çû, her wiha min di got dilê min bi saxî jê derdixin. Di wê kêliyê de min derfetek dît û ez çûm li gel hevalê ku birîndar bûyî. Min meyzekir ku dinava xwînê de maye. Ji xwe kobra ne di hêla ku em tevger bikin ewqasî lê dixist. Ew heval ji her du lingê xwe birîndar bûbû. Dema min dît ku ew heval jiyan dike, di minde coşek pir cûda ava bû. Dema ew heval jî min dît got heval; tu tiştek li min naye, ezê zubizu şehîd nekevim, hêja min tola xwe negirtiye. Gav min nêzîkatiyên wê hevalê di dîtin, min di dilê xwe de got, mirin jî ji hêvî, bawerî û vîna gerîla di tirse. Ji ber ku ew heval ji herdu linge xwe birîndar bûbû ji bo wê pir xwîn winda dikir, min jî heval re di got tu get tevger neke û dest ji xwe bernede birîna te pir ne xedare tu yê baş bibî. Ew heval jî min meyze dikir û di keniya. Min got ji xwe tiştek çê bibe ez li gel teme ezê te bi parêzim. Hevalên ku sengeradinde jî rewşa me meraq dikirin. Gazî me dikirin û ji mere di gotin; heval rewşa we çawane, hûn başin ne wisa? Em we meraq dikin. Me jî di got heval hûn me meraq nekin rewşa me pir başe. Dinava ewqasî pevçûnên dijwarde çi di bû bila bibe em rêhevalên xwe na hêlin, birînê wan jî derman dikin. Ev mijar ji bo me mijarê herê sereke ye û ji bo me nirxê herê manevî û pîroze. Ev rewş min pir bandor dikir. Pir cara min di got xweziya ne hevalê min birîndar bûba bila ez birîndar bûma. Di wê pevçûnê de heya dawiyê tu tiştek ne bû lê kêliya dawî yê de ew heval birîndar bû. Dema pevçûn qediya me ew hevalê ku birîndar bû bû derman kir. Ji ber ku em di wê pevçûnê de serkeftî bûn ji bo wê jî me hevdû pîroz kir. Belê di wê pevçûnê de min hêza PKK û hevaltiya wê dît ji bo wê jî hêvî û baweriyên min hên zêdetir kir.
Wê berdewam bike…
Hêlîn Soran