QAMIŞLO – Ciwanên Meclisa Sûriya Demokratîk têkildarî hewldanên Tirkiyê yên leşkerkirina ciwanên Sûriyê da ku bi rêya wan planên xwe pêk bînin daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên meclisê li ber avahiya Meclisa Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Hemîsê ji aliyê nûnerê Partiya Sûriya ya Pêşerojê ya şaxê navçeyê Mihemed El-Deham ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewlata Tirk a dagirker û çeteyên wê yên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” di çarçoveya binpêkirinên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku li gel bêdengiyeke navdewletî de didome hewl didin ciwanên Sûriyê bi çek bikin û di mejiyê wan de rêgezên kuştinê biçînin. Dîsa jî dixwazin girêdana ciwanên Sûriyê ya bi welatê xwe re qut bikin da ku bi rêya wan siyasetên xwe li Rojhilata Navîn bi cih bîne.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Tirkiyê îro çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dişînin Lîbyayê da ku li gel hikûmeta Wîfaqê şer bikin. Dewleta Tirk ciwanên Sûriyê bi pereyan û danîna nasnamea Tirkî teşwîq dike. Ev yek didin diyarkirin ku siyaseta Tirkiyê li ser esasê dagirkirinê hatiye avakirin. Armanca a yekmîn ji vê yekê mejiyê ciwanan bişon û bermahiyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê hembêz bike. Siyasetên Tirkiyê nakokiyeke mezin di navbera çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de çêkir, ku di nav wê de parçebûyîn heye. Ev çete bi xwe ji bermahiyên komên terorîst ên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ne.”
Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bang li ciwanên Sûriyê ku nekeve xefka siyasetên dewleta Tirk a şofonîst û wiha got: “Siysaetên dewleta Tirk di serî de ciwanan dike hedef da ku wan veguherîne ajanên xwe ku tenê ji bo projeyên Osmaniya nû bixebitin. Li ser vê yekê divê em yek dest bin û li dijî van siyasetan bisekinin. Her wiha divê em piştgiriya berxwedana gelê Lîbyayê bikin. Çeteyên ku Tirkiyê dişîne Lîbyayê nûnertiya ciwanên ûriyê nakin, armanca Tirkiyê ji vê yekê ew e ku tevliheviyê di navbera gelê Sûriyê û Lîbyayê de çêbike.
Her wiha em bang li ciwanên Lîbyayê dikin ku xeta berxwedanê ya Umer El-Muxtar bidomînin û rê nediin ku planên qirêj ku pêşeroja Lîbyayê ya di azad û jiyana hevbeş de asteng dike. Divê ciwanên Lîbyayê rê nede ku welatê wan bibe qada siyasetên teror ên Erdogan ê hêvî û azadiya gelan dike hefef. Her wiha em bang li ciwanên Rojhilata Navîn dikin ku li hemberî projeyên faşîst ên dewleta Tirk tevbigerin, ji bo ku welatên me nebe qadek ji bo pergalên xwedî rêgeza teror a tundraw.
Hilweşe pergala dîktator a faşîst a destekê dide terorê, şerm ji çeteyên Spriyê yên ku mirovahî û rûmeta xwe firotine û welatê xwe di bin lingê artêşa Tirk hiştine û diçin li xaka Lîbyayê çetayetiyê dikin.”