Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Xwezayên civakî aliyê wan ê zêhnî, pêçketî û nerm in. Mane barkirî ne. Bi giçtî barê maneyê yê li cem candaran ji yê necandaran zêdetir e. Ji perçikê herî besît ê atomê ber bi pêkhatinên herî tevlîhev mane zêde dibe. Zêdebûna maneyê têkiliya xwe bi azadiyê re heye. Di dualîteya enerjî-maddeyê de aliyê jêre perçikê maddî yê hiçk tê gotin her tim bi astengkirina maneyê berpirsiyar e. Mîna dîwar e. Dîwar, ên di nava xwe de diparêze, lê di heman demê de wan hepis dike. Di gerdûnê de ev dualîte di her diyardeyê de heye. Dîwar carnan bi temamî dibe amûrekî parastinê, carnan jî vediguhere amûrekî hepiskirin û girtîxaneyê. Beçê maddeyê timî xisleteke xwe ya bi vî rengî heye. Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêçketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin. Civakên maneya xwe herî baç tînin ziman, bi gotin û avahî dikin, weke civakên herî pêçketî têne terîfkirin. Ev, civakên asta wan a azadiyê pêçketî ne. Civakên azad ew civak in, xwe pirr baç bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan pirralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên welê ne, berevajî nikarîne zimanê xwe pêçde bibin, eçkere bidin axaftin û xwe pirralî ava bikin.
Di çarçoveya vê terîfê de tevahiya serdeman girtina dest a pêçketina heqîqet û maneya civakî cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingehê xwe de tevahiya serdeman, rewça manedariya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiçtiyê, îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfadekirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin, lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman, bibêjin. Civak bi tenê ji heqîqetan nehatine hûnandin, di heman demê de hêza diyarkirinê ne. Civaka nikaribe heqîqeta xwe diyar bike, ketiye rewça herî giran a koletiyê, asîmîlasyon û qirkirinê. Bi awayekî maneya vê jî rewça qutbûna ji hebûnê, û dest berdana ji rastîbûnê ye. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmanekirin, bûne hebûnên welê ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên sûbjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên maneya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera mane û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Mane, bi awayekî potansiyela heqîqetê ye. Ev potansiyel çiqasî were ziman, bi awayekî azad bipeyive û were avakirin wê bigihîje rewça jêre heqîqet tê gotin.
Eger timî were gotin ‘heqîqeta di hundirê min de’ û tim bê gotin ‘zarokê di hundirê min de yê nikare bipeyive’ ev yek rewça herî kambax û xirab a civakî û ya ferd ketiyê, îfade dike. Manedanên civakî (bi rêbazên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî, zanistî) heta negihîjin heqîqetê, heta negihîjin wê qonaxê û aktîvîteyê, nikarin (ji potansiyelê ber bi entellegyayê) bi cih bên û heyatî bibin. Ev tê wê maneyê ku ji zarokatiyê xelas nabe, ji zimanê Ezop nikare bibihure û ev rewç jî xwe negihandina heqîqetê îfade dike. Rastiyên civakî yên di bin zorê de têne girtin vê rewçê gelekî dibînin. Em wexta ji aliyê heqîqetê ve li rastiya civakî binêrin, bi tenê ev rastî (xwezayên civakî, avahiyên wê) bi yek ji rêbazên heqîqetê (mîtolojîk, dînî, hunerî, felsefî û zanistî) çiqas bê ziman û aktîv bibe, ji nû ve xwe bi rêxistin û ava bike, em ê bibînin ku em karin ji civaka manedar derbasî civaka bi heqîqet bibin. Wexta ku em di çarçoveya heqîqetê de serdemên civakî lêbikolin, em dikarin van diyar bikin:
1- Serdema Klanên Civakî: Di vê serdemê de ji ber ku manedan hînê zêde tevlîhev nîne di komên klanan de heqîqet gelekî bi sînor, bi zimanekî nepêçketî, carnan bi vegotinên devkî û pirranî jî bi zimanê bedenê tê îfadekirin.
2- Serdema Civaka Gund-Cotkariyê: Ji ber ku di mijarên bicihûwarbûn, debar, lixwekirin, zêdebûna mirovan û parastinê de çêweyekî tevlîhev ê avabûnê heye, rastiyên civakî yên kapasîteya wan ya manedanê xurtbûyî, mewzûbehs in. Di wezna kapasîteya manedanê de pêçketina serdemeke heqîqetê dest pê dike. Nexasim serdemeke heqîqetê ya mîtolojîk, dînî û hunerî li dora jin-dayikê (serdema heykelên jin-dayika qelew) pêç dikeve, bi pîroziya xwe hemûyî derdikeve ser dikê. Ziman pêç dikevin. Hêza îfadeyê ya mîtolojîk, dînî û hunerî, serdemeke ku qîmeta xwe ya orjînalbûnê zêde ye, dide destpêkirin. Serdema herî bi heybet a prehistoryayê ye. Ew serdemeke welê ye, civak cara pêçî ye ku xwe bi heqîqetên pîroz (bi rêbazên mîtolojîk, dînî, hunerî) diyar dike. Mirovatî hê jî mîrateya vê demê dixwe. Di serî de zanista tibbî û hozantiya felsefî, herdu çêweyên din ên heqîqetê di vê serdemê de hîmê xwe danîne. Hozantiya jinê û tibba wê di vê demê de weke heqîqetên bi tesîr ên demê di jiyanê de cihê xwe girtine. Ji ber ku jinê di pênc qadên girîng ên heqîqetê de hêz bi dest xistiye, xwedawendiya jinê di vê serdemê de serwer bûye. Bêguman di vê bidestxistina hêzê de pêçdebirina wê ya cotkarî û aboriya malê, bi rola sereke radibin.
3- Serdema Bajar û Civaka faristaniyê: Bi bajarbûnê re civakbûna zêde dibe weke erkekî diyalektîkî, dijberê xwe pêçde dibe. Di vê serdemê de dijberiya diyalektîk çînîbûna civakî û dewlet derxistine holê. Çînîbûn û dewletbûn weke ji rêderketina civakî di mijara heqîqeta civakî de rê li ber dabeçbûn û qelçeke mezin vekiriye. Ji ber ku dabeçbûn û qelç li ser hîmê dijberên çîddetê di xwe de dihewînin pêk tên, serdema bi çîddetê tepisandina heqîqetan jî dest pê dike. Ev rewç bi awayekî berçav xwe weke çerê heqîqetan dide der.
Maneya heqîqetê dibe çîn û dewlet û vê jî dikin cewherê dîrokê. Dîrok çawa û bi kîjan rêbazê were îfadekirin bila bê kirin, bi çêweyekî mohra çîn û dewletê hilgire, hat avakirin, nivîsandin. Rastiya civakî ango wexta qelç li heqîqeta civakî dikeve, bingehê her cure xerîbketinê tê danîn. Bi jirêderketina maneya civakî ve girêdayî, heqîqeta xerîbketinê jî ji îfadekirina rastiyê dûr tê girtin. Heta rastiya hatiye berevajîkirin, xistine nav çêweyên îfadeyê. Bi awayekî bingehîn xerîbxistina ferdê civakî di dîrokê de xirabiya herî mezin e. Mirov dikare xerîbxistina civakî weke xiyaneta dîrokî çîrove bike. Xerîbketin di her astê de ye. Tevahiya qadên civakî yên çanda maddî û manewî digire nava xwe. Kengî xerîbketina bi kedê re bi xerîbketina zêhniyetê re dibe yek, sîstema çaristaniya hegemonîk dikare xwe dewam bike. Ango sîstema civaka çînî û dewletdar weke serdema çaristaniyê, kengî qadên civakî bi kûrahî qeliçîn û xerîbketin pêk tê.
Civakbûna çaristaniyê rastiyeke welê ye, dewamî çer û dabeçbûnê ferz dike. Weke lêgerîneke kûr a heqîqetê û pevçûnê jî hebûna xwe ferz dike. Hêzên tehekumkar ên yekdestdariya zor û mêtinkariyê di destê xwe de digirin, çiqasî heqîqeta civakî bitepisînin û berevajî bikin, ewqasî civakên ji kom, ferd û gelên bindest û mêtingeh pêk tên, ava dikin. Ev beçên civakê maneya xwe ango heqîqeta xwe ji dest dane û weke keriyan têne meçandin. Beçên behsa wan tê kirin, wexta heqîqeta xwe ji dest didin, dikevin rewçekê ku mîna keriyan bêne meçandin. Dîroka çaristaniyê di çarçoveya maneyeke teng de hem weke mane hem jî weke heqîqet, dîroka avakirin û meçandina mîna keriyan e.”
ÇAVKANÎ: LI ROJHILATA NAVÎN KRÎZA ŞARISTANIYÊ Û ÇARESERIYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK (PÎRTÛKA ÇAREMÎN)