Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Çi di nava xwe de û çi li derveyî xwe, rastiya civakî qadê ji zordestî û mêtinkariyê re nehêle, mirov hingê dikare behsa mane û heqîqeta azadiyê bike. Di vê rewçê de mane û heqîqet azad e. Azadbûn bi mane û bi heqîqetê mumkîn e. Ya/yê azadiya wî/wê nebe, nasnameya wî/wê ango mane û heqîqeta wî/wê nabe.
Civakên dikevin bin serweriya tehlûke (tinebûn, xela, heywanên dirrinde, zehmetiyên avhewayê, çewb) û bereketên (hebên zêde yên fêkiyan, mêwe, heywanên nêçîrê, avhewaya xweç, rewçên têkûz û ewle) ji ber çertên xwezayî pêk tên û civakên li ser wan mêtinkarî û zordestî têne meçandin, çêweyên heqîqetên wan cuda pêk tên. Em dikarin van çêweyên heqîqetan weha bi xalên sereke rêz bikin:
1- Di çert û mercên hê tehekuma civakî pêçneketî de çêweyên sereke yên heqîqetê mîtolojî, dîn û huner in. Di diyarkirina heqîqetê de para zanist û felsefeyê bi sînor e. fêweyê îfadeyê yê giraniya xwe heye, mîtolojî ye. Mîtolojî weke tê zanîn vegotinên bi çêweyê çîrok, çîvanok, efsane û destanî ne. Di mîtolojiyan de mutleq heqîqetek veçartî ye. Ya rastî, mîtolojî çêweyekî vegotina heqîqetê ye. Dînê di çaristaniyê de hatiye dakirin jî li gorî mîtolojiyê aliyê xwe yê bawariyê zêdetir e, û çêweyekî vegotina heqîqetê ye ku misoger nirxên heqîqetê xurt dike. Dîn ew mîtolojî ne ku baweriya bi rastbûna wan ji sedî sed e. Di hukim û baweriyên dîn de wekhevbûn û yeksanbûneke bi heqîqetê re heye. Tesîreke giran a dîn û mîtolojiyê li ser Zanyartî (felsefe) û zanistî heye. Huner weke çêweyekî heqîqetê bi zêhniyeta dînî û mîtolojîk di nava têkiliyeke xurt de ye. Dixwaze maneyê weke muzîk û xêzan îfade bike. Ji lewra lêkolînkirina maneya li muzîk, resim û heykelan hatiye barkirin, xebateke girîng a heqîqetê ye. Ya girîng resim, muzîk û heykel bi xwe nînin; weke mane û heqîqeta îfade dikin, nirxa wan e.
Bingeh û çert e ku zimanê mîtolojî û dîn helbestwarî be. Ziman bi xwe, ji dema derketina xwe ve demeke dirêj xwedî vegotineke helbestwarî ye. Ango di navbera helbest û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Helbest ziman û heqîqeta civaka azad a berê ye ku tehekumê nas nake. Hozanên destpêkê pêçiyên zanyar û pêxemberan in ku heqîqet diyar kirine. Hêza vegotinê ya hozanwarî û zimanê helbestwarî yê civakekê nîçan dide ka ew civak çiqasî xwedî rastiyeke manedar û azad e.
2- Weke sîstema civaka çînî û dewletdar ji ber ku hem di nava xwe de hem li derveyî xwe li tehekumê rast tê û diqeliçe, civaka çaristaniyê weke mane û heqîqet jî parçe dibe. Wexta ku tehekum tevlî vegotina mîtolojîk û dînî dibe heqîqet xerîb dikeve. Xerîbketin der barê cewher û hebûna civaka çareza de ye, bi tenê xwe nasipêre vegotinê. Ji ber ku maneyên di naveroka xwe de dihewînin weke heqîqet pêçkêç dikin, paradîgmayên rêxistiniyên tehekumê yên jiyana civakî hûrûkûr diguherin. Di civakê de çêweyên paradîgmayên jiyanê yên nakok û yên rê didin ber, pêk tên. Xerîbketin bi kerritandin, verotin û helandina heqîqetê pêk tê. Xerîbketin nirxa xwe weke heqîqetê di encama hewldanên ji bo qebûlkirina berevajîkirin, zordestî û reçkirinê de timî kêm dibe. Wexta ku heqîqeteke pêre çer bike namîne, civaka xerîbketî vediguhere lodeke bêmane. Avahiyên behsa wan tê kirin ji bo civakê bi tenê bar in; bi awayekî nexweçiyeke civakî ne. Muhafezekarî, hiçkebawerî weke façîzm bi navên patolojîk têne hildan. Xerîbketin weke rastiyeke civakî ya nexweçketî êdî bêmane ye. Jidestdana maneyê rewça herî bi tehlûke ya civakê, nîçan dide.
Di tevahiya çêweyên heqîqetê de çer û qelçên di xwezaya civakî ya heqîqetê de pêk hatine, mirov dikare biçopîne. Nirxa heqîqetê ya mîtolojî û dîn çiqasî dikeve, xweda û xwedawendên bi mane û bi hewayeke mîhrîcanên gurrûgeç îbadet ji wan re dihat kirin, çûna xwe ji pûtên qîmeta xwe ketî re dihêlin. Ji serdema xwedawenda pîroz, a bi heybet û mukafat dide gav tê avêtin ber bi serdema xwedayên evdan çêdikin û ceza dikin. Ya rastî veguherîna civakî (ji civaka komin ber bi civaka çînî ve) xwe bi heqîqetê bi vî awayî îfade dike. Di civaka Sumer de mirov dikare vê veguherînê bi awayekî zindî biçopîne. Herweha di nava xwedayan de jî çer derdikeve. Li cihê ku rêûresma Dionysosî xwe weke heqîqeta civakî ya komin a cotkariyê nîçan da, rêûresma Zeûsî jî weke heqîqeta beçê tehekumkar ê vê civaka cara pêçî qeliçî û veguherî, nîçan dide. ferê van rêûresman maneya xwe ya orjînal jî di civaka Sumer de pêk tê. Ev herdu rêûresm bi awayekî balkêç û bi tesîr di hunerên serdemê de têne nîçandan. Serdema xwedawendan heta bi dayika Îsa Meryemê xwe nîçan dide. Wexta ku kapîtalîzmê xwe kir sîstema serdest, ‘pîrasêhr’ yên nûnerê dawî yê serdema xwedawendan bûn, çewitandin û modernîteya xwe ava kir. Ev bûyer, têra xwe mirov difikirîne û mirov hîn dike.
Di serdema çaristaniyê de zanist û felsefe weke çêweyên îfadekirina heqîqetê girîng dibin. Di vê de têkoçîn û lêgerîna heqîqetê bi roleke bingehîn radibe. fûna qral-xwedayên nikarin bi maskeyê, xwe weke berê bi vegotina mîtolojîk û dînî veçêrin, sîstema hewl dide bi metafizîkê xwe binuxumîne, digire. Kengî dînên yek xwedayî têrê nekirin û kêm man, metafizîk û îdealîzma objektîv weke sûbjektîvtiya sîstemên serdest ên çaristaniyê, hatin pêçdebirin. Li çûna xwedê ‘îdea’ weke heqîqet têne danîn. Îdealîzm, weke dewleta dibe xweda, mîna heqîqetê tê nîçandan. Ji ber vê sedemê, di navbera îdealîzm û xerîbketinê de têkiliyeke xurt heye. Heqîqetên civakî ne bi xwedayan, hewl didin bi îdeayan îfade bikin. Berevajîkirin, helandin û dejenerekirina heqîqeta civakî, bi îdealîzmê re gelekî pêçde diçe.
Gelek dewletên xwe çareza dihesibînin weke sîstema mêtinkarî û desthilatdariya hegemonîk, ji bo ku manedana civakî ya her diçe teng dibe veçêrin, giraniyê didin çêweyên hunerî yên xemilandî, bi heybet, zêde nepixandî û pirole. Mînak çaristaniya Roma û Grek di qada mîmarî, heykel, muzîk û mozaîkê de weke heqîqet girîngî bi pêçkêçiyeke bi vî rengî daye. Sîstem xwe çiqasî nepixandî nîçan bide, ewçend jî hewl dide maneya civakî (rastiya bindestan û yên têne mêtin) veçêre û berevajî bike. Mîna di dema mîtolojîk û dînî de zanist, felsefe û hunerê bi desthilatdariyê ve girê didin û hewl didin wan bikin dewletî ango pêvajoyeke têkoçînê ya felsefî û zanistî pêk tê ku li gorî qelça li civakê ketî ye. Zanist û felsefe çiqasî li hemberî jidestdana maneyê li ber xwe bidin, ewçend hêza wan a îfadekirina heqîqetê zêde dibe. Çiqasî bikevin bin fermana xwediyên desthilatdarî û dewletê, ewqasî jî têkiliya wan a bi heqîqetê re kêm dibe, weke amûrekî bi rola vegotina xerîbxistinê radibin. Felsefe û zanista weke îfadeya heqîqetê li dijî îfadeyên mîtolojîk û dînî yên têkiliya xwe bi heqîqetê re jidestdayî, pêç ketine, ji bo civakê bi xwe ne. Ji ber ku ji bo berjewendiyên yekdestdarên mêtinkar û zordestiyê rol guhertine, mîna xerîbxistinên mîtolojîk û dînî yên berê dogmatîk dibin û dikevin pêvajoyeke ku têde bi heqîqetê re têkiliya xwe ji dest didin. Di huneran de jî pêvajoyên bi heman rengî pêk tên. Hunerên bi heqîqetê re têkiliya xwe ji dest didin, dikevin rewçekê ku zêde nepixandî û pûç in, û ji ber ku mînîmalîze dibin ji îfadekirina rastiya civakî dûr dikevin.
Di serdema çaristaniyê de pirsgirêkên civakî yên ji ber tehekumê çêdibin, di tevahiya çêwazên îfadeyê yên heqîqetê de li ser xwe çareseriyê û lêpirsînê ferz dikin. Bi qasî ku çavkaniya pirsgirêkên heqîqetê civakî ye, ewqasî jî çareseriyên wan di çarçoveya zanista civakî de ne. Zanista bi civakbûnê re têkiliya xwe ji dest dayî, xerîb dikeve ango bivê nevê têkiliya xwe bi heqîqetê re qut dibe. Civakên xwe di tevahiya rêbazên heqîqetê de kirî hoste, êdî pirsgirêk nînin, ji xerîbketinê xelasbûne, civakên wekhevîxwaz, azad û demokratîk in. Ango civakên exlaqî û polîtîk in.”
ÇAVKANÎ: LI ROJHILATA NAVÎN KRÎZA ŞARISTANIYÊ Û ÇARESERIYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK (PÎRTÛKA ÇAREMÎN)
https://www.nuceciwan40.com/ku/2020/01/19/nirxandin-heqiqeta-civaki-u-ji-destdana-we/