MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Kooperatîfa bi nave Şehîd Avyan Buldan hat vekirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Kooperatîfa bi navê Şehîd Avyan Buldan bi merasîmeke girseyî hat vekirin.
Merasîma vekirinê bi rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir.
Li dû rêzgirtinê li ser navê Rêveberiya Kooperatîfa Jinen Ciwan Mizgîn Kara axaftina vekirinê kir. Kara di axaftina xwe da bal kişand ser keda destê jinê.
‘Em ê li çanda xwe xwedî derkevin’
Kara di berdewamiya axaftina xwe de got, “Em ê îro weke jinên ciwan kooperatîfa bi navê Avyan Buldan vekin. Ew yek xeyalê me yê salan bû û ew xeyal me îro pêk anî. Armanca me ya ji vê kooperatifê ew e em li çanda xwe ya berê xwedî derkevin.”
Kara axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em ê her tim xwe bi rêxistin bikin û heya dawiyê xebat bikin. Em ê rê nedin ku dijmin mafe me bixwe.”
Pişti axaftina vekirinê kurdela hat birîn û welatî derbasî hundir bûn.