SILÊMANIYÊ – Li Silêmaniyê êrîş û komkujiya dewleta Tirk a dagirker li hember Şengalê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de welatiyan xwestin hikûmeta Iraqê li hember êrîşan bibe helwest.
Li Baxê Giştî yê Silêmaniyê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li hember gundê Dîgurê yê girêdayî nahiyeya Sinûnê ya Şengal çalakiyeke şermezarkirinê hat lidarxistin.
Di çalakiya ku gelek kesayet, rêxistinên sivîl û siyasî beşdar bûn, dirûşmên weke “Helwesta li dijî komkujiya li ser Şengalê helwesta li dijî DAIŞ û Tirkiyeyê ye”, “Na ji bo komkujiya li hember jinan û bijî berxwedana jinên Êzîdî” hatin gotin.
Li vir li ser navê Komîteya Amadekar a Çalakiyê Luqman Hesen daxuyaniyek da.
Hesen got, ”Her destdirêjiya li ser Şengalê, destdirêjiya li ser xaka Iraqê ye. Hêzên YBŞ û YJŞ bi awayekî fermî beşeke ji hêzên parastina Iraqê ne. Divê Iraq li hember êrîşan bêdeng nemîne û li hember Kurdên Êzîdî berpirsiyar e.”
Paşê li ser navê Kampanyaya Jin Jiyan e Jiyanê Nekuje peyameke têkildarî şermezarkirina êrîşa li ser Şengalê hat xwendin.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.