NAVENDA NÛÇEYAN – Li ber parlamentoya Lubnanê di aloziya di navbera xwepêşander û polîsan de 160 kes birîndar bûn.
Li ber Parlamentoya Lubnanê di navbera xwepêşanderan û polîsan de şer û pevçûnan rû da. Şeva borî xwepêşanderan hewil da ku bikevin nava parlamentoyê de, lê rastî êrişa tund a polîsan hat.
Dema ku li ber parlamentoyê alozî çêbû, bi sedan kesên din li paytext Beyrûtê bi pankarta li ser ,’Ger xelk birçî bin, desthilatdar ji dixwin’ hatî nivîsandin dest bi xwepêşandanê kirin.
Polîs û hêzên ewlehiyê bi tundî mûdaxeleyî xwepêşandanê kir. Bi ava bi îsot û gaza îsotê êrişî xwepêşanderan kir.
Li gorî daneyên dawî di êrişên şeva borî ya hêzên dewletê de, bi taybet li ber Parlamentoya Lubnanê 160 kes birîndar bûne.
Xwepêşanderên Lubnanê ji ber gendeliyê daxwaza îstifa hikûmet dikin.