NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona YPS’ê diyar kir, “Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li nava berxwedana Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Gimgim, Silopiya, Dêrik, Wan, Stewr, Kerboran, Şemzînan, Bismil, Sêrt û Rihayê bi rengekî xwezayî xwe bi rêxistink ir, piştre ev rêxistiniya xwe veguherand asta navendî. Em salvegera 4’an a damezrandina YPS’ê di serî de li êber Apo li şehîdên şoreşê hemûyan û gelê Kurd ê leheng pîroz dikin.”
Di daxuyaniyê de di şexsê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê de şehîdên şoreşê hemû bi rêzdarî hatin bîranîn û soz hate dayin ku wê armancên şehîdan pêk bînin.
Koordînasyona YPS’ê ragihand ku wateya dîrokî ya berxwedana xwerêveberiyê ku taybetmendiya qirker û hov a çîna serdest a Tirk beriya 4 salan eşkere kir, îro baştir tê fêhmkirin û diyar kir, “Berxwedana xwerêveberiyê ku li dijî desthiladariya AKP-MHP a barbar û karakterê çîna serdest a Tirk a qirker ku bûye belayê serê mirovahiyê, berxwedaneke bi heybet nîşan da, hem ji bo serdema heyî hem jî siberojê bêhtir watedar bûye. Mîrateya fermandarên leheng û pêşvenên vê berxwedanê Çiyager, Zeryan, Mehmet Tûnç, Xebatkar, Sêvê, Îslam, Çeko û têkoşîna bi hezaran ciwan, jin û mêran ên tola wan hiltînin, nîşaneya misogeriya serketinê ye.
Ragihandin û avakirina xwerêveberiyê ku li Cizîr, Sûr û Silopiyayê bi berxwedana xwerêveberiyê dest pê kir û di serî de Nisêbîn, Şirnex, Gever û Hezexê li her devera Bakurê Kurdistanê bi berxwedana xwerêveberiyê gihîşt asta herî bilind, ev yek veguherî têkoşîneke destanî. Ev têkoşîn ji kombûna rêxistinî ya gel a li berxwedanê heta raperîn û serhildanan, bûye xeta têkoşîna taktîkî ya meşa serketinê. Berxwedana xwerêveberiyê ku manîfestoya jiyanê ye, bêguman di sala 5’an de divê hîn bêhtir bê fêhmkirin û gavên vê yekê yên pratîkî bên avêtin. Em dibêjin ku weke milîtanên vê hewldanê em ê timî bikevin nava hewldaneke bi vî rengî.
Em salvegera 4’an a damezrandina YPS’ê bi coşeke mezin pîroz dikin û bi firsend û derfetên mezin ên serketinê dest bi sala 5’an a têkoşînê dikin. Bi vê bîr û baweriyê salvegera 4’an a damezrandina YPS’ê li gelê Kurdistanê pîroz dikin û di şexsê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê şehîdan hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Em soz didin ku di sala 5’an a têkoşîna YPS’ê de em ê têkoşînê bi ruhê serketinê yê fermandarên me yên fedayî yên leheng di rêya ‘Rêberê Azad û Kurdistana Azad’ de mezin bikin û şerê xwe yê berxwedanê geş bikin.”