QAMIŞLO – Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo di çarçoveyên çalakiyên pêngava “Berxwedan Jiyan e” de ku ragihandine, serdana goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur kirin û mom li ser gorên şehîdan vêxistin.
Rêvebera Ciwanên PYD‘ê Nesrîn Hesen anî ziman ku armanca wan ji pêngavê bilindkirina berxwedanê ya li hembereî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Nesrîn diyar kir ku çalakiyên wan ên pêngava “Berxwedan Jiyan e”berdewam e heta tevahî herêm dagirkirî werin rizgarkirin û bang li ciwanan kir ku bi hemû rêbazan parastina gel û xaka xwe bikin.