GOTEBORG – Kurd tevî dostên xwe roja Yekşemê li balafirgeha Landsvetterê ya bajarê Goteborgê li hev kom bûn û çalakiyek li dar xistin.
Çalakgeran dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava şermezar kirin û bang li gelê Swêdê kirin ku tûrîzm û malên Tirk boykot bikin.
Çalakî bi banga Komîteya Rojava pêk hat û der barê armanca çalakiyê belavok li rêwiyan hatin belavkirin.
Di belavokan de hate gotin, “Armanca Erdogan a ji dagirkirina Rojava ne tenê paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan, Êzidî û Asûriyan e. Di heman demê de dixwaze pêşî li avakirina sîstemeke demokratîk, ekolojîk, pirrengî û ekolojîk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bigire.”