NAVENDA NÛÇEYAN – Di xwepêşandanên li paytexta Iraqê Bexda didomin, 66 xwepêşander û 14 efser birîndar bûn.
Li Bexda di xwepêşandanên didomin de, ji ber mudaxeleya hêzên ewlekariyê gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, ji ber mudaxeleya tund a hêzên ewlekariyê ya bi gazê, 66 xwepêşander birîndar bûne.
Serokê Odeya Ewlehiyê jî der barê bûyeran de daxuyanî da û diyar kir ku di xwepêşandanan de ji hêzên ewlehiyê 14 efser birîndar bûne.
(yş)