EFRÎN – Îro salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê ye. Bi vê boneyê bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şehbayê meşiyan.
Şêniyên ku li çarxrêya gundê Babinis ê kantona Şehbayê kom bûbûn, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê her wiha wêneyên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê û çiqilên zeytûnan rakirin.
Şêniyan her wiha alên YPG, YPJ û pankertên bi nivîsên “Balafirên we ruhê berxwedanê di me de nakuje, berxwedan hêviya me ye, bi berxwedanê em ê vegerin Efrînê, em mafê xwe yê jiyaneke bi rûmet dixwazin, tu deng bi ser dengê rastiyê nakeve, xwîna şehîdan kulîkên ku her bêhn didin e” rakirin.
Tevî bi deh hezaran şêniyan birîndarên şer, Kongreya Star, TEV-DEM, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, sazî û meclîsên herêmî beşdarî meşê bûn.
Şênî di kolana sereke ya navenda navçeya Fafînê re meşiyan û dirûşmeyên berxwedanê û yên dilsoziya bi şehîdan re, berz kirin. Meşvan li dibistana ajotina erebeyan a li navenda navçeya Fafînê rawestîn.
Li wê derê deqeyek rêz hate girtin, piştre hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Neso berxwedana gelê Efrînê pîroz kir û wiha axivî: ” Efrîn cihekî bi ewle û istqrar bû. Dewleta Tirk a dagirker piştî êriş û dagirkirina bajarê Efrînê, tevlîhevî, dizî, kuştin û talankirin pêk anî. Ji ber ku zihniyeta dewletan nahêle ku gelek azad jiyan bike û xwedî îrade û nêrîn be. Li hemberî vê komplo û planan gelê Efrînê ji bo parastina şeref û rûmeta xwe, bi vîneke azad berxwedaneke pîroz reva kir û xwe bi vê têkoşînê îspat kir.”
Neso di dewama axaftina xwe de wiha got: ” Heta ku berxwedan heye, Efrîn hîna nehatiye dagirkirin.”
Piştre hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo diyar kir ku êrişên dagirkeran tevahiya gelê Sûriyê dike armanc û wiha axivî: “Li hemberî êrişên dijmin, kalpîr, jin û zarokên Efrînê li ber xwe dan. Karker, Avêsta, Barîn Kobanê û şehîdên din ên Berxwedana Serdemê di 58 rojan de destanên qehremaniyê nivîsandin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker destpêkê li ser Efrînê li ser tevahî herêmên Bakurê Sûriyê, ne tenê projeya netewa demokratîk lê belê tevahî gelê Sûriyê dike hedef.”
Ji rêveberên Kongreya Star a kantona Efrînê Wehîde Xelîl jî diyar kir ku ji bo şikandina vîna jinê, çeteyan li Efrînê jin hedef girtin û wiha dewam kir: ” Sûcên delweta Tirk li Efrînê hîna berdewam in. Bêyî ku dewletên têkildar hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.”
Xelîl di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku dê Efrîn bi fedekariyên şehîdan rizgar bibe û wiha got: ” Rojana şehîd tên dayîn. Dê Efrîn bi van fedekariyan rizgar bibe.”
Meş bi siloganên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.