NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Amed Soro daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku oteleke çar qatî ya li Beyoglûyê bi çalakiyekê hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Endamên me yên Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Xweserêveberiyê di 19’ê Çileyê de li taxa Huseyînaga ya navçeya Beygolû ya Stenbolê li otelekê çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de otela ji 4 qatî şewitî.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Di daxuyaniya xwe ya beriya niha de me ragihandibûn ku em ê tola operasyonên leşkerî û siyasî yên deshtilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hilînin. Divê her kes zanibin ku ev çalakiyên me tenê çend çirûskên agirê me yê tolhildanê ye. Di serî de şehîdên berxwedana xwerêveberiyê em careke din soz didin ku em ê tola şehadet û êşên gelên Kurdistanê hemûyan hilînin.”