ÎZMÎR – Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de li Îzmîr, Eskîşehîr, Konya û Mêrdînê biryara destgîrkirina rêveberên HDP’ê hate dayîn. Hevserokê Navçeya Konakê ya HDP’ê Hayat Îzgî, rêveberên HDP’ê Ramazan Efendîogûllari û Mûstafa Koyûncû jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin.
Hate diyarkirin ku Hayat Îzgî, Ramazan Efendîogûllari, Mûstafa Koyûncû, Yahya Kezer, Kemal Aslan, Nezîr Aras, Hamît Sari, Gulseven Tûrgal, Salîh Huldur, Sûltan Demîroglû, Yaşar Sizici û Memet Degîrmen hatine binçavkirin.