Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Em wexta li jiyana ruhberê herî besît dinêrin, ya em dibînin maneya ew dide jiyanê ye. Maneyeke wisa ye ku dihêle bigihîje mîlyonan cureyî, di nava zinaran de şax ber dide, hewce bike li qutba sar jiyana xwe dewam dike, hewce bike difire, ango hêza teknîkeke bê sînor dide ku gelek vedîtinên mirovan li ber wan nikarin behsa hebûna xwe bikin. Civaka şareza jî ji destpêkê ve bi dekûdolaban, bi derewan, bi zora rêxistinkirî hebûna jiyana herî bi mane bê mane kir û di qonaxa xwe ya dawiyê de bir ber xwekuştinê, gelo ji vê hêza wê pêve ti mane yan jî bêmanetiya wê heye?
Di qonaxa şaristaniya navend-Ewrûpa de sosyolojî bûye sozek ji bo vê hêza wê ji nû ve pê bide naskirin. Çawa ku di Xiristiyantiyê de tê gotin, ev gotina dawî ya xwedê ye. Weke pêdiviya bi rêzgirtinê ya ji bo maneya jiyana ruhberekî herî besît, divê ev gotin bêne terikandin. Hebûna herî pêşketî ya exlaq, nikare evçend neheqiyê bi tiştekî rave bike. Em careke din bi bîr bixin: GOTINEKE BI TENÊ YA ÎLAH BIBÊJIN NEMA YE.
Mane gelekî zêde ji dest çûye û li hemberî vê rewşê, şaristaniya maddî di qonaxa xwe ya pêşketî de dor li me girtiye. Ji xeleka hêza sermaye-zanist-polîtîk mirov çawa dikare xwe rizgar bike? Ji Nietzsche heta Michel Foucault fîlozofên azadiyê li bersiva vê pirsê geriyane û ev pirs ji wan pirsan nîne mirov karibe bersiva wê bide. Fîlozofên em behsa wan dikin, li hemberî modernîteyê hukim dane ku civak hatiye xesandin û mirov miriye ji lewra divê mirov van fîlozofan fêhm bike. Gelek nexweşî hene van hukmên fîlozofan piştrast dikin; kampên mirinê, bombeya atomê, şerên qirkirina etnîk, talankirina hawîrdorê, bêkariya girseyî, zêde zêde tengavbûna jiyanê, pirrbûna kansêrê û nexweşiyên mîna AIDSê. Ji lewra jî gera li heqîqeta dijber jî gelekî hewce dibe.
Qirkirin
Civaka homojen ew civak e ku qirkirin bi ser de hatiye. Bi homojenkirinê re civak ji dîroka wê ya rastî tê qutkirin, bi hûnandineke îdeolojîk a fîktîf (dînê herî bênaverok, lihevçêkirî) bi tevahî çandên cuda têne tinekirin. Bi vî awayî li ser ekonomiyê qanûna kara herî zêde dimeşe, li ser desthilatdariyê jî yekdestdariya dewleta netewe pêk tê. Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn a pêk hat ew bû, li dijî hegemonyadariya Elman, Japon û Îtalî, hegemonyadariya Ingilîstan, DYE û Rûsyayê pêk hat; ji du blokên yekdestdar ên hegemonîk yeke din têk dibe. Naxwe weke ku tê îdeakirin, li dijî faşîzmê serketina demokrasiyê nîne. Bloka Elman têk çûye, lê faşîzm weke şêweyekî desthilatdariyê li nava dinyayê ketiye serdema serweriya xwe. Serdema hegemonîk û mezinbûna modernîteya kapîtalîst, serdema fînansa kapîtal a dema nêz (hegemonya piştî salên 1970î li ser ekonomiyê) û ev jî bi serdema dewleta netewe ya li ser civaka homojenkirî (qirkirin dîtî) temam dibe.
Em dema têgîna qirkirinê analîz bikin, em dikarin wê bi xwe bêhtir bi awayekî giştî û sîstemîk bibînin. Ji bo qirkirina Cihûyan gotina yekane bi ehemiyet tê parastin. Rastî berevajî vê ye. Di sîstema modernîteya kapîtalîst de qirkirinên yekane tinene. Di her civakê de, di her dewleta netewe de û li cem her gelî pirr an jî kêm qirkirin hene. Li cem hinan ji wan bi awayekî fizîkî tê kirin û bi pirranî jî bi awayekî sergirtî û çandî tê meşandin. Bêdîrok, bêekonomî, bêrêveberî û bêzêhniyet hiştin jî bi kêmanî bi qasî qirkirinên fizîkî û çandî bêrehm û bi bandor in.
Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin. Li gorî rewşê ji herdu rêbazan yek tê tercîhkirin. Rêbaza qirkirinê bi awayekî fizîkî bi giştî bi çanda elîta serdest ango li gorî çanda dewleta netewe bi komên çandî yên di rewşa serdest de têne kirin. Mînaka tîpîk a ji bo vê yekê jenosîdên ji bo çanda Cihû û gelê wê ye. Tevahiya dîrokê Cihû hem di qada maddî de û hem jî di qada çanda manewî de beşên herî bi hêz pêkanîn û ji ber vê, li hewldanên tinekirin û derbên fizîkî yên çandên serdest ên dijber rast hatin, timûtim qirkirinên weke pogrom têne binavkirin bi serê wan de hatin. Rêbaza duyemîn a qirkirinê ceribandinên qirkirinê yên çandî ne, û zêdetir çanda dewleta netewe û elîtên serdest li ser gel, civakên etnîk û komên baweriyê yên qels û pêşneketine tê ferzkirin. Bi qirkirina çandî ya weke mekanîzmaya bingehîn tê xebitandin armanc ew e, di nava çand û zimanê dewleta netewe û elîta serdest de bi tevahî tesfiyekirina van gelan û koman e. Di serî de saziyên perwerdeyê di nava her cure saziyên civakî de ev gel û kom têne hêran û bi vî awayî hewl didin wan tine bikin. Qirkirina çandî li gorî ya fizîkî bêhtir bi êş û jan e, cureyekî qirkirinê ye, dirêj dajo. Encamên rê li ber vedike ji ya fizîkî bi zêdetir felaket in; ji bo gel an jî civakekê felaketa herî mezin e ku di jiyanê de lê rast bê yan jî bi serî de bê. Gel an jî civak neçar têne hiştin hebûn, nasname, hemû hêmanên çanda maddî û manewî yên xwezaya wan pêk tînin biterikînin û ev bi çarmîxkirina demeke dirêj re wekhev e. Li vir, mirov ji bo nirxên çandên li ber qirima qirkirinê ne, nikare behsa jiyanê bike, belkî mirov dikare bibêje, nalenale wan e. Modernîteya kapîtalîst wexta kara herî zêde bi dest dixe, êşa esas a tevahiya gelan, çînên bindest û karkeran bi mêtina nirxên wan ên maddî nade kişandin, ji ber ku bi tevahî nirxên wan ên çandî li çarmîxê dixe êşeke kûr bi wan dide kişandin. Ji bilî çanda fermî ya dewleta netewe, rastiya tevahiya nirxên çandî û maddî yên din candayîna di çarmîxê de ye. Jixwe wekî din, nabe ku mirovatî û hawîrdora ekolojîk bikin çavkanî û biqedînin.
‘Keriya Welatiyan’ ‘Girseya Civakî’ ‘Ne Ferdbûn’
Hedefa bingehîn a jiyanê erebeyek + malbat (peydakirina pîrek an jî zilamekî û çêkirina çend zarokan) + bibe xwediyê xaniyekî ku karibe rojane standart bixwe û vexwe. Maneya civakbûyînê ji bo xwestekên ferdî yên besît û rezîl bi hêsayî li aliyekî din tê hiştin. Ji ber ku ji bîr û hafizeyêhatiye kirin, ji dîrokê jî qut dibe. Tiştê ku divê qey dîrok e, klîşeyên neteweyî yên milletgiriyê ne. Bê felsefe ye, yan jî ji bilî feyde û sûdên herî piçûk, bawer nake ku felsefeyeke bextewariyê hebe. Modern xuya dike, lê nava xwe pûç e, hundirê xwe vala ye, keriyekî welatiyan yê ji bo armancên herî tarî (faşîzmê) baz bide hatiye amadekirin û ferdê civaka girseyî yan jî ya herî rast NE FERDBÛN li naverastê ye.
Yek ji encamên xeternak ên ku dewleta netewe rê li ber wan vekir jî tevgera asîmîlasyon, tesfiye û hilweşandinê ya li ser mîrateya çandî ye ku di dîrokê de bi awayekî nedîtî kiriye. Yek ji xisleta herî zêde dewleta netewe destnîşan dike ew e ku xwe dispêre etnîsîteyeke serdest û bi tevahî etnîsîteyên din tevî çanda wan a hezar salan (yek ziman, yek netewe, yek welat û yek dewlet slogana sereke ya Hîtler bû) tine dihesibîne û bi vê re wan tesfiye, asîmîle dike û hildiweşîne. Di dîrokê de ti hêza îdeolojîk û zordest serî li tevgerên bi vî rengî nedaye û ev yek bi şêweyê pêkhatina dewleta netewe ve têkildar e. Polîtîkayeke çandê ye, ji dîsgotinên weke yek dewlet, yek millet, yek ziman dest pê dike, welatî û saziyên hemû dişibin hev, ji yek rengî ne, yan bi tevahî ripîreş in, yan jî afirandina çoleke çîlî spî ne. Xwestine Darwînîzmê, ango biyolojîzmê li ser civakê bi cih bînin. Yek ji gunehê xeternak ê pozîtîvîzmê kirî jî di vê qadê de ye. Weke hewcetiya rêzika beridandinê qebûl dike ku çandên herî bi hêz divê hemû çandên din bihelînin. Bêguman wexta ev jî bê kirin wê beridandina mîlyon salan a mirov tine bê hesibandin an jî wê bê tinekirin.
Dewleta netewe di qada siyasî de jî girîngiyê dide yek tîp û şêweyî. Di dewleta netewe de çawa ku ji nasnameyên neteweyî yên cihê re cih nîne, ji pêkhatinên siyasî yên cihê re jî cih tineye. Mebest ji dewleta navendî, bi gotineke din mebest ji dewleta weke avahiya unîter tê binavkirin ew e ku yek ji şertê bingehîn ê demokratîkbûnê li ser hîmê cihêwaziyên xwe meşandina siyasetê bê derfet û îmkan dike. Ji ber ku vê yekê ji bo yekparebûna dewletê tehlûke dibîne. Di asta herî nizm de qebûlkirina erkan ji bo rêveberiyên xwecihî di vê çarçoveyê de bi şik û guman dibîne. Burokrasiya navendî hêza wê ya sereke û qurmê wê pêk tîne. Dewleta netewe ew dewlet e ku ji aliyê burokrasiya modern ve hatiye afirandin. Tevahiya civakê di qefesa ji caxên hesinî de di bin çavan de digire. Di mijara partî û civakên sivîl de şertê wê yê bingehîn ew e ku divê tevgerên wan bi polîtîkayên dewletê re wekhev bin. Ji lewra di çarçoveya pîvana demokrasiyê pluralîzmê de ku dest jê nabe, pêşketina rêxistiniyên cihê yên ekonomîk, çandî, civakî û siyasî timî sedema tehlûke dibîne û di bin çavan de digire, dişopîne. Rê nade ku bibin alternatîf û bi vî awayî derfet û îmkanê nade ku di rêveberiyê de cih bigirin. Dewleta netewe, ji ber xisleta xwe ya pêkhatinê li dijî pluralîzma siyasî ye û ji ber vê yekê antî-demokratîk e.
Dewleta netewe ne bi tenê yek tîp ferd diafirîne; di tevahiya yekparebûna civakê de jî yek tîp dinyayeke his û zêhniyetê empoze dike. Bi vî awayî desthilatdariya xwe hem li tevahiya civakê belav dike, hem jî civaka tek tîp û civaka dewleta netewe diafirîne. Hedefa wê avakirina civakeke korporatîf e, ango modela civaka faşîzmê ye. Divê mirov desthilatdarbûna civakê şaş fêm neke. Berevajiya wê rast e. Dewleta netewe sazî û kesayetên xwe yên sîxur di tevahiya çaviyên civakê de bi cih dike û bi vî awayî hewl dide bi berfirehî û kûrahî desthilatdariya xwe xurt û zêde bike. Civaka weke keriyan tê ajotin bi vê rêbazê tê çêkirin. Ango belavbûn û bi cihbûna desthilatdariyê li civakê tê wê maneyê ku li dijî tevahiya civakê şer tê îlankirin. Naxwe nayê wê maneyê ku civak bi xwe dibe desthilatdar. M. Foucault bi xwe girîngî dide vê mijarê. Mêrtiya li ser pîreka xwe serwer, weke saziyeke sîxurtiyê bi vê rolê radibe. Civaka cinsiyetgir bi polîtîkayên seksê weke nexweşiyeke weba û vedigire li tevahiya civakê belav dibe û bi civakê re şer dike. Nexasim jin bi awayekî hûrûkûr tê kolekirin. Wexta ku yeqîn dike mêrbûyîn azadî ye wê wextê jintî têk çûye. Hem jî têkçûneke hûrûkûr!
Seksualîteya jinê bi awayekî xeternak tê bikaranîn û li ser vê zordestî û mêtinkariyeke xeternak hatiye pêşdebirin. Jiyan bi tevahî ji rê hatiye derxistin, hema bêje bi jirêderketineke cinsî re ya ku xwe bêmane dubare dike, kirine yek.
Jina di civakê de kirine ne tiştek û pêjna wê nayê, kirine makîneyeke zurriyetê dewam bike, metayeke cinsî û hêza herî erzan a karkirinê. Mîna ku maneyeke wê ya din tine be. Mîna ku li ser jinê qirkirineke çandî tê meşandin. Lê bi rola xwe ya seksualîte û dewamkirina zurriyetê weke artêşeke karkerên bêheqdest an jî bi heqdesteke erzan dixebite nirxekê îfade dike. Ji bo karibe xwe ji aliyê fizîkî, exlaqî û manewî ve biparêze ew ji hêza wê mehrûm kirine.
Di nava van faktoran de civakeke jinê di nav lepê jiyaneke bêmane de biperpitîne û binalîne, ew civak bi tenê dikare nexweş be. Jina bêmane wê civaka wê jî bêmane be.
Ji bo her zilamî çalakiya cinsî veguherandine çalakiyeke desthilatdariyê. Çalakiya cinsî ji fonksiyona wê ya biyolojîk a ji bo dewamkirina cins dûr xistine yan jî berevajî kirine û di qada civakî û siyasî de veguherandine fonksiyona belavbûn û zêdebûna bêsînor a serweriya desthilatdariya mêr. Çalakiya cinsî veguherandine çalakiya desthilatdariyê. Di tevahiya şêweyên têkiliyên cinsî yên homoseksuel û heteroseksuel û hwd. de têkiliya desthilatdariyê bi roleke diyarker radibe. Tevî ku bi awayekî berfireh bingehê xwe yê dîrokî heye jî di ti şêweyê dewlet û civakan de bi qasî dewleta netewe û civaka wêbi awayekî sîstematîzekirî, pirbelav û bi armanca desthilatdariyê (ango bi armanca kolekirinê) bi kûrahî û berfireh zêde nehatiye bicihanîn. Cinsparêziya civakî bûyer û têkiliya desthilatdariya civakî û siyasî ye.
Di civakê de huner û spor jî ji aliyê fonksiyona wan ve êdî di xizmeta dewletê de ye û saziyeke sîxur e ku bi civakê re şerekî dijwar dimeşîne. Nexasim bernameyên spor û çandê yên populer bi vê armancê bi awayekî berfireh têne bikaranîn. Sermayedarên global bi zanîn qadên seks, spor û sinaetê pûç kirine û ew bi awayekî bi tesîr kirine saziyên civakê yên sîxur û bi vî awayî di demên dawiyê de kirin ku qadên behsa wan tê kirin li hemberî civakê bibin tevgerên şer ên bi bandor û bi tesîr. Em wexta vê nirxandinê dikin, bêguman em çalakiyên cinsî, sportîf û hunerî bi hebûna wan a cewherî mehkûm nakin. Berevajî, qadên em li ser disekinin divê ji bo bexteweriya civakê di çarçoveyeke berfireh de li ser hîmekî etîk di xizmeta civakê de bêne bikaranîn û ev yek jî ji wezîfeyên bingehîn ên şaristaniya demokratîk e.
Spor ji bo civakeke bi sihet amûrek e, lê di çarçoveya dewleta netewe de kirine amûrê şan û şerefa dewletê. Mîna ku di şer de bin, spor bi tenê kirine amûrekî şerê desthilatdariyê yê serketin û binketinê. Nexasim spora fûtbolê ji bo dewletên netewe weke yekdestdariyeke desthilatdariyê tê bikaranîn. Spor hem veguherandine dewleta netewe, hem jî li dijî civakê wergerandine qadeke şer a bi tesîr.Hem dewlet, hem yekdestdarên taybet, hunerê di warê civakî de weke qadeke duyemîn a şer dibînin. Nexasim çanda populer û çanda erebeskê di êsîrgirtina çanda şabûnê ya civakê de bi roleke bi bandor radibin. Mîna ku artêşeke staran civakê gulebaran dike. Hunerê klasîk bêqîmet dikin, çanda gel populîze dikin û bi vê yekê wê ji fonksiyona wê ya esas a hezarê salan dûr dikin û di tinekirina xwe bi xwe de wê dikin amûrekî bi roleke berovajî radibe. Seks an jî seksualîte bi qasî ku di ti dema dîrokê de nehatiye dîtin, kirine objeyeke bi civakê re şer dike. Ti amûr bi qasî seksualîteyê nikare di şer de li ser civakê bi tesîr bibe.
Dewleta netewe polîtîkayên xwe yên nexweşxane û girtîxaneyan jî bi hostayî datîne û ji bo bi hêzkirina desthilatdariya xwe ya hundirû êsîrkirina civakê di roleke bi tesîr de wan bi kar tîne. Kesên ketibin ser rêya nexweşxane û girtîxaneyan, li hemberî desthilatdariyê ji aliyê maddî û manevî ve bi rewşeke welê re rûbirû ne ku dikarin gelek nirxên xwe ji dest bidin.
Medya jî bi awayekî mîna duyemîn aqilê analîtîk li ser civakê fonksiyonel e. Çawa ku aqilê analîtîk bi ser xwe baş an jî xirab nîne, medya jî bi serê xwe amûrekî nutr e. Weke her sîlehê, yê bi kar bîne rola wê diyar dike. Hêzên hegemonîk çawa ku her tim xwediyê sîlehên bi bandor bûn, li ser sîleha medyayê jî hêza serdest in. Ji ber ku medyayê mîna duyemîn aqilê analîtîk bi kar tînin, di warê bêtesîrkirina hêza berxwedanê ya civakê de jî gelekî bi bandor in. Bi vê sîlehê civaka ferazî tê avakirin. Civaka ferazî, şêweyekî din ê qirkirina civakê ye. Mirov dikare dewleta netewe jî yek ji şêweyên qirkirina civakê bihesibîne. Bi herdu şêweyan jî civakê ji civakbûnê derdixin, dikin amûrekî yekdestdariyê ku çawa ber bidin pêşiyê welê dimeşe. Bi qasî ku mirov xwezaya civakî piçûk bibîne b tehlûke ye, civakê ji civakbûnê derxistin jî tê maneya tehlûkeyeke welê ku sînorê wê diyar nîne û derî li her cure tehlûkeyê vekirî tê hiştin. Serdema yekdestdariya feraziye jî mîna sermayeya fînansê bi civaka ji civakbûnê derketiye dikare hebûna xwe pêk bîne. Herdu jî di heman demê de derketine holê û ev jî xweber nîne, yek bi ya din re têkiliya xwe heye. Civaka ji civakbûnê hatiye derxistin a dewleta netewe (civaka xwe dewleta netewe dihesibîne) û civaka medyayê ji rê derxistiye, bi temamî civakên têkçûyî ne, û hewl didin li ser xirbeyên wan tiştên din ava bikin. Hîç şik û guman têde nîne ku em di serdema civakeke bi vî rengî de ne.
Hilbijartina Hespê Şaş!
Serdema jêre postmodernîte tê gotin, ya rastî, jihevdeketina modernîteya kapîtalîst a dema nêz û ketina wê ya kaosê ye. Bi qasî modernîteya kapîtalîst a xwe nûnekirî, pêkan e ku modernîteya demokratîk jî ji vê kaosê bi hêz derkeve. Li vir a ku wê pêvajoyê diyar bike, hêza çalakî û maneyê ya aliyan a di warê îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û hunerî de ye. Di encamê de wê du hêzên heqîqetê bêne beramberî hevdu û têbikoşin, li gorî rewşê yan kaos ê kûr bibe û dewam bike yan jî aliyek ê zora aliyê din bibe, lê têkoşîn ê bi vî awayî salên dûrûdirêj û belkî jî bi sedsalan dewam bike.
Dîroka şaristaniya serwer îddîa dike ku ewdîroka yekane ye, teza dibêje nabe dîrokeke din hebe, esas digire. Mirov heta xwe ji vê têgihîştina dîrokê ya dogmatîk û reduksiyonîst qut neke, têgihîştina li dîroka civakî-demokratîk çênabe. Bila kes yeqîn neke ku sazî, têkilî û bûyerên dîroka şaristaniya demokratîk tinene yan jî kêm in. Berevajî ev dîrok bi materyalên herî dewlemend tijî ye. Herî kêm bi qasî dîroka şaristaniyê mîtolojî, dîn, felsefe, zanist, huner, zanyar, hozan û nivîskarên wê hene. Ya hewce ew e ku divê em zanibin bi paradîgmaya xwe binêrin, ji hev bikin, hilbijêrin û binivîsînin! Ez nabêjim ku mirov ji zêhniyet, sazî û sîlehên dijmin û hevrikên xwe sûdê wernagire. Lê bi qasî ku mirov jê sûdê bigire, divê zêhniyeta xwe, sazî û sîlehên xwe çêke û esas bigire, naxwe mirovê nikaribe xwe li ber zêhniyet, sazî û sîlehên wan ji têkçûnê xilas bike û mirov ê nikaribe xwe xilas bike ji destê wan ji bo nebe weke wan.
Di tevahiya dîrokê de beşên civakî yên xizan û demokratîk di têkoşîna xwe de hespê şaş hilbijartine. Wer bawer dikirin ku bi tenê bi sîlehên dijminên xwe karin dijminên xwe têk bibin. Li gorî karektera xwe ya azadîxwaz, wekhevîxwaz û demokratîk nikarîbûn sîlehan çêkin. Çêkiribana jî li gor serketin û binketina xwe bi hêsanî dikarîbûn dest ji wan bikişînin. Sîlehên pêşketî yên dijberên wan ji wan re hêsan bûn. Ne bi tenê amûrên wan ên eskerî, ji avakirina wan a xwedayan heta cil û bergên wan, ji mîmariya wan heta bi şêwazên wan ên aqil, ji şêweyên wan ên mêtinkariyê heta bi hûnandina wan a desthilatdariyê, sazî û zêhniyeta şaristaniya berê hatiye avakirin weke heyî hemû dewr girtin. Yan jî di nava wan de heliyan û bûn ew bi xwe. Eger mirov û dijberên xwe, heman hespî hilbijêrin encam ev e.
Felsefeya Me
Eger weke hîmê bingehîn zanist xwe naskirin be, hingî berevajiyê tê zanîn zanist û herî zêde jî pozîtîvîzma ku sîstemê weke îdeolojiya fermî qebûl kiriye, ji bo mirov xwe nas neke xwedî rol e.
Mirov heta xwe nas neke, dest bi çi hewldaneke zanistî bike, wê bi felsefe û dînekî dogmatîk bi encam bibe. Bi gotina xwenaskirinê mebesta min fikra mirov dixe navenda xwe nîne. Ez dixwazim bibêjim ku mirov dikare kozmos û kaosê bi tenê bi çavdêriya hundirîn û bi hisên xwe yên ceribandinên hûrûkûr red nakin, fêm bike.
Li gorî felsefeya me, têderxistina maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê ji her tiştî re bibîne. Jixwe têgihîştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihîştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegemonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike.
Dîrok Kok e
Di serdema neolîtîk de komên mezin ên şoreşger nîzama wan a komin tijî pîrozî bû. Bi tevahî şaristaniyan ji aliyê maddî û manevî ve mîrasa vê serdemê xwarin, xwarin neqedandin û ev rewş dilên me, dilê min xemgîn dike. Divê em dîroka destanwarî û bi heybet a van êrîşkar û têkoşeran a xwe bihesibînin ango dîroka şaristaniya demokratîk. Lê divê em vê dîroka hatiye jibîrkirin û hatiye desteserkirin baş ji hev derxînin, binivîsînin û xwedî lê derkevin. Divê em bi ti awayî xwedî dernekevin li dîroka evdên li qesran û xwediyên tacên rengmirî yên çavberdan xemlên tacên şaristaniyê, bi qebîle û hemû etnîsîteyan, bi keda qewmên xizan, bi berxwedan û serhildanên wan, bi zanyartî û qehremantiya wan re îxanet kirine. Em heta van ji hev nekin, em nikarin dîroka şaristaniya demokratîk binivîsînin. Ev dîrok heta neyê nivîsandin wê têkoşîna rojane ya azadiyê, wekheviyê û demokrasiyê bi awayekî serketî neyê meşandin. Dîrok kok e. Her giha li ser koka xwe hêşîn dibe. Çawa ku ruhberekî li ser koka xwe ranebe, nikare xwe dewam bike, cinsê mirov jî bi dîroka xwe ya civakî ranebe nikare rêyeke jiyanê ya bi anor û azad hilbijêre.
Em bi tenê civaka herî bi pirsgirêk najîn, di heman demê de em di nava civakeke welê de ne ku ti tiştî nikare bide ferdê xwe. Civakên em di nava wan de bi tenê çaviyên xwe yên exlaqî û polîtîk ji dest nedane, hebûna wan jî di tehlûkeyê de ye. Ne bi pirsgirêkan, bi tehlûkeya qirkirinê re rûbirû ne. Eger di roja me ya îro de pirsgirêk tevî hemû hêza zanistî misêwa mezin û kansêrwarî dibin, wê demê qirkirina civakê îddîayek ne, tehlûkeyeke rastî ye. Tê îddîakirin ku desthilatdariya dewleta netewe bergirî û parastina civakê dike, herî zêde civak bi vê dixape û ev jî dihêle ku tehlûke gav bi gav pêk bê. Civak bi tenê bi pirsgirêkan re ne, bi qirkirinan re rûbirû ye.
Her kes pêxîrtengiya dawî weke pêxîrtengiya ji ber avabûn û struktureliya kapîtalîzmê dinirxîne. Ya rastî hewce nake ku mirov bibêje pêxîrtengiya dawî jî. Ji ber ku kapîtalîzm bi xwe pêxîrtengiya herî kujer a sîstema şaristaniyê ye ku dewamî û domdar bûye. Di pêncsed salên dawî yên hukimraniya xwe de bi şerên îmha û qirkirinê, bi talanên xeternak ên mêtingeriyê, bi mêtinkariya kedê, bi hilweşandina hawîrdorê û di encamê de bi qedandina ferd û civakê ya rê li ber vekir, xisletên xwe yên sereke bi zêdehî nîşan daye. Bi tenê bîlançoya şerên dawî yên sedsalê ji bîlançoyên şerên di dîroka tevahiya mirovatiyê de qatbiqat zêdetir e. Dema mirov van bîlançoyan li ber çavan bigire, mirov bi hêsanî dikare îddîa bike ku ev ne bi tenê karekterê sîstemê yê pêxîrtengiyê, lê belê karekterê wê yê kanserojen ê ji bo hawîrdor û civaka mirov jî nîşan dide.
Eger bereya şaristaniya demokratîk, destketiyên hînê dixwaze, yên hewce û heq kirine nikare bi dest bixe, sedema vê ya bingehîn ew e ku şoreşa paradîgmaya pêdivî pê heye (nêzikbûna zanistî ya bingehîn) hînê bi temamî nekiriye û nikarîbûye xwe bigihîne hêza têrê dike ya bername, rêxistin û çalakiyê. Ev ne ew hedef in ku mirov nikaribe bi dest bixe û nikaribe xwe bigihîne wan. Tevgera şaristaniya demokratîk dikare li nasnameya xwe ya rastî xwedî derkeve ango li azadî, wekhevî û demokrasiyê, dikare analîzên xwe yên dîrokî-civakî xurt bike û bi vî awayî şêweyên xwe yên bername, rêxistin û çalakiyê yên di asta dinya, herêm û xwecihî de ava bike.
Divê mirov xwe ji helwestên taktîk ên wekeyan hemû yan jî hîç dûr bigire, dîsa helwestên weke heta dawiyê şoreş an jî şer û dijberê wan helwesta Hz. Îsa heta dawiyê aştî, li hemberî diyardeya desthilatdariyê ya komplîke û kevneşopiyê nikarin bi tesîr û serketî bibin. Divê mirov berxwedan, serhildan û xebatên avakirinê bike şêweyekî jiyanê, bêyî ku însiyatîfa azadiyê ji dest berde bi tevahiya hêzên sîstemê re li her cihî û demê li hev bike, ev rêbazek e ku wê zêdetir pêşde bibe û bi ser bixe. Lê divê ez dubare bikim ku şaristaniya demokratîk nasnameya me ye û mirov dikare bi hêzên sîstemê re li hev bike, lê bi ŞERTÊ ku divê em zanibin xwe di nava şaristaniya dewletdar de ti carî nehelînin, ji dest nedin, şaristaniya demokratîk ava bikin û biparêzin.