DARMSTADT – Kongreya jin ên ciwan wê di 25’ê Çileya 2020’an de bi dirûşma “Nexape, azadî bi têkoşînê dibe” bê lidarxistin.
Komîteya amadekar li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku bi tevger û pêngaveke nû ew dixwazin li her devera Ewropayê rêxistiniya jin ên ciwan li dijî asîmîlasyon, baviksalarî û têkçûna hawirdorê xurt bikin.
Bi dehan jin ên ciwan xwe amade dikin ku bi pêşengiya jin ên ciwan ên Kurd li bajarê Darmstadtê li hev kom bibin û li ser perspektîf, taktîk û projeyên nû biaxivin.