NAVENDA NÛÇEYAN
Sala 2011 dema çirûskên destpêkê yên Şoreşê pêdiketin; em jî bi kelecan û xwesteka Şoreşa Kurdistanê tevlî bûn. Dema me ciyê xwe di xebatên YXK de digirt li ser sînorê bajarê Dirbêsiyê rejîmê pir tiştên xirab û ji derveyî exlaqê civakê dikirin. Bi êrîşa me a li ser rejîmê re çalakî û hewildanên me yên destpêkê li dijî wan kiryarên kirêt û bê exlaq bûn ku civaka me xira dikirin. Min jî ciyê xwe di hêza parastina sinor de digirt. Dema şerê azadiya axa Rojava destpê kir jî me destpêkê li gor plana hatibû danîn sînor û deriyê sînor rizgar kir.
Di rojên destpêka Şoreşê de saet 2 piştî nîvro Artêşa Azad û Cephet El Nusra bang kir ku wê rejîma Surî ji Serêkaniyê derxin. Me jî amadekariyên xwe kiribûn ku dest bi paqijkirina rejîmê ji Serêkaniyê bikin. Dema komên çeteyan ev bang li gel dikirin dewleta Tirk jî li aliyêdin yê sinor kampên ji bo koçberan çêkiribûn û amadekariya îşxalkirina Serêkaniyê bi destê wan komên çetan dikir. Komên çete heya wê rojê timî gel dixapand ku piştî rejîm ji Serêkaniyê derkeve wê gel bi aramî jiyan bike. Lê piştî rejîm ji Serêkaniyê derket rewşa gel hîn zêde nebaş bû. zext, kuştin, dizî û talan di Serêkaniyê de destpêkirin. Li dijî wê dagîrkerî, zulm û zoriyê nedibû em bêdeng bimînin.
Dijminên me Kurdan Li beramer serkeftina gelê Kurd û Şoreşa Rojava ku nû destpêkiribû bi rêbaza “dema serê Mar biçûke biperçiqîne” nêz dibûn û dixwest Şoreşa Rojava ku hîna di temenê xwe yê ciwaniyê de bû, ji holê rakin û xeyalê Kurdan a azadiyê cardin biperçiqînin. Bi wê armancê dijmin bi dehan komên çete yên avakiribûn, di sînorê Bakur de derbasî Serêkaniyê dikir û li dijî me amadekariya şer dikirin. Roja 8’ê Mijdarê bû kilîda rûxandina wê dagîrkeriyê. Piştî rizgar kirina bajarê Dirbêsiyê şerê giran yê Serêkaniyê destpê kir. Bi destpêkirina şer re em jî weke hêza teqwiye çûn Serêkaniyê.
Bi rizgarkirina bajêr re di navbera me û komên çete de şer derket. Tevî heval Goran; beriya şer destpê bike me li ser riya di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de dest bi çeperçêkirinê kiribû û li ser rê bendên kontrolê danîbûn. Piştî me, Cephet El Nusra û Artêşa Azad rejîma Sûrî ji Serkaniyê derxistin, hevalan bi hêzên çete re dest bi hevdîtinan kiribûn. Gelek caran hevalan ew şiyar kiribûn ji bo ku êdî ji bajêr derkevin. Heval herî dawî di hevdîtinan de berteka xwe hişk datînin û vekirî dibêjin “êdî îşê ve li vir nemaye, ger hun bixwazin şoreşa Sûrî pêkbînin gelek dever hene hûn rizgar bikin. Ji vir derkevin.!” Piştî hêzên çete dîtin êdî me xwe xurt kiriye û em dixwazin li pêşiya pêşveçûn û dagîrkeriya wan jî bibin asteng û gel biparêzin, dest bi êrîşan kirin. Bêdengî û tengezariya di navbera me û komên çete de bi şehîd xistina Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Şehîd Abid Xelîl Dêwanî re bi dawî bû. Şehîd Abid Xelîl Dêwanî dema ji bo hevdîtinê diçe cem komên çete bi xayînî tê şehîd kirin. Şehadeta Şehîd Abid Xelîl Dwanî dilopa dawî a di kaseyê de bû. Bi wê dilopê re şer destpê kir û heya hemû herem ji çeteyan hatin rizgar kirin şer dewam kir.
Di destpêka aloziya li Sûriyê, di nav gel de hinekan heya dawiyê li ber xwe da, hinekan bajar terk kir û koçber bûn, hinek jî bi tirsa xwe re man. Şehadeta Şehîd Abid Xelîl Dêwanî di heman demê de ji birîn, tirs û gumanê gel re bû derman. Piştî şehadeta Şehîd Abid Xelîl piraniya gel vegeriya malên xwe û tevlî berxwedanê bû. Êdî bi awayek fermî şer destpê kiribû û pevçûn her ku diçûn dijwartir dibûn.
Di wan pevçûnan de em hinek heval jî li cem heval Goran bûn. Heval Goran hem di rêveberiya bajar de bû hem jî bendek kontrolê li ser riya esasî a dihat Serêkaniyê diparast.
Heval Goran û heval Jiyan Rojhilat hem hêza leşkerî YXK xurt dikirin hem jî gel rêxistin dikirin. Bi pêşengtiya heval Goran û heval jiyan Rojhilat gelek pirsgirêkên gel li Serêkaniyê hatin çareser kirin û gelek xirabî hatin asteng kirin. Di wan mijaran de heval Goran û heval Jiyan ji bo me timî mînak û pêşeng bûn.
Em bê tecrûbe bûn. Me di derbarê şer de kêm tişt dizanîn. Perwerdeya ku di derbarê şer û taxtîka şerê bajar de hatibû dayin kêm bû û pêdiviyên me çareser nedikirin. Heval Goran di ferqa vê rastiyê de bû. Ji ber wê jî timî dixwest bi pratîk û sekna xwe ya bîrdozî, çand û exlaqê rêxistinê bi me bide nasandin. Ji ber wê ger nîqaş pêwîst bikira nîqaş dikir, ger pratîk pêwîst bikira di warê pratîkî de gav davêt, ger maneviyat pêwîst bikira bi hezkirina xwe ya hevaltiyê te bi jiyanê û şoreşê re dida girêdan. Wê tevlîbûn, xwestek û gerimbûna heval Goran dihîşt em jî heyecan bigrin û bi coş tevlî kar û xebatê bibin.
Rojekê em li ber çeperên xwe rûniştibûn. Pevçûnên di navbera me û dijmin de dewam dikirin. Heval Goran hîngî çûbû û hatibû ji taqet ketibû. Piştî demekê heval Goran hat û li cem me rûnişt. Piştî demek kin yê bêhnvedanê mijara wêne kişandinê vebû. Heval Goran jî tevlî nîqaşê bû û bi hesretek mezin a ji çiyan re got:
“Heval wêne bîranînek wisa ye ku tu carî wenda nabe. Têra xwe wêneyan bikişînin. Wê rojek were ev wêne hemû ji were yek bi yek bibin bîranîn. Tu bîranînek weke bîranîna di wêneyekê de zindî û bedew nîne.” Lê heval Goran nedixwest wêneyan bikşîne. Piştî heval Goran gotinên xwe xilas kir hevalekî jê pirsî:
“heval Goran tu wisa dibêjî lê çima tu wêneyan nakişînî?”
“Heval ez naxwazim niha wêneyan bikişînim. Lê hun wêneyan bikişînin bila ji we re bibe bîranîn. Eger hun wêneyên min bikişînin jî heya ez şehîd nekevim belav nekin.”
“Heval Goran me hîna nû dest bi şoreşê kiriye. Em ê hîna gelek ciyan ji dijmin rizgar bikin. Îcar şehadet ji kur derket?”
“Na heval! Belî nake. Şer girane. Dibe her dem şehadet hebe. Lê dema ez şehîd ketim ez dixwazim hun min li cem Şehîd Xebat Dêrik li bajarê Dêrikê veşêrin.” Piştî vê sohbeta kin, têr û tije heval Goran ji cem me rabû û dîsa dest bi xebatê kir. Heval Goran geh li ba me geh li ba hevalêndin bû. Li kur şer giran bûya diçû wir cem hevalan.
Em hemû heval nû bûn û me zêde tiştek nedizanî. Heval Goran di wî şerî de mamosteyê me û em şagirtên wî bûn. Heval Goran ev dizanî. Ji ber wê jî perwerda jiyanî û pratîkî ji bo me esas digirt. Dixwet bi tevlîbûna xwe, bi şer û girêdana xwe, bi çand û exlaqa ji tevgerê girtiye re, me perwerde bike. Bi wê nêzîkatî û fikrandina heval Goran em jî tesîr dibûn. Em hemû hevalên li kêlek heval Goran bi wî we hatibûn girêdan. Ji ber wê jî me nedixwest neynikê wî jî xwîn bibe. Lê heval Goran xwe nedigirt û ji bo pêşengtiyê bike, eniya pêş li kur baya teqez wê çûba wir. Her dema me digot “ Heval Goran neçe pêş” wî berteka xwe nîşan dida; bi rûyek tije ken û tije hêrs û kîna li beramberî dijmin: “Heval pêwîste em nehêlin tu carî dijmin qirêjtî û nebaşiyê bixe nava gel û exlaqê civaka me xira bike!” Di wî warî de kesayeta wî a bi îdea tesîr li ser me dikir û dihîşt di me de jî hêrs û kîna li beramberî dijmin hîn xurtir bibe.
Şer dewam dikir û her ku diçû şer hîn dijwartir dibû. Her roja ji şerê Serêkaniyê derbas dibû, azadiyê jî bi qasî dijwariya şer xwe li ser me ferz dikir û herî zêde jî bedel ji me dixwest. Ji bo em bigihîjin azadiyê, em mecbûr bûn xwesteka azadiyê bi cî bînin û bedelan bidin. Di nava me de herî pir heval Goran di ferqa vê rastiyê de bû û wî dijwariya azadbûnê hîs dikir. Ji ber vê pêwîst dikir ew pêşengtiyê bike. Ji bo em heya dawiyê bi fermanarê xwe serbilind bin û di riya wî de bimeşin pêwîst bû ew pêşengtiyê bike û canê xwe feda bike. Heval Goran bi wê ferasete nêz dibû. Ew ji çanda APOGERIYÊ wisa fêr bibû û bi canê xwe dixwest vê rastiyê bi me jî bide fêr kirin. Ji bo ku şoreş bibe şoreşek mayinde pêwîst dikir weke gelek hevalên xwe ew jî bi xwîna xwe, çanda jiyana azad bide rûnişkandin û bibe mamosteyek ji fêrkerên çanda APOGERIYÊ û Jiyana Azad.
Şerê Serêkaniyê bi hemû dijwariya xwe dewam dikir. Di nîvê şer de em ji bo karekê çûbûn aliyê Dirbêsiyê. Dema em li Dirbêsiyê hevalan bang kir û gotin werin Serêkaniyê. Dû heval li baregeha Xişêfiyê bûn. Hevalan gotin “hinek sivîlan xwestiye derbasî Bakur bibin lê dewleta Tirk li ser sînor li wan xistiye û ew birîndar kirine.” Dema hevalan tekmîl dan, heval Goran yekser got: “ez ê diçim Serêkaniyê.” Me kir û nekir nehîşt em pê re biçin. Çiqasî me got “tu neçe heval Goran. Bihêle em biçin” jî gohdar nekir û her cara me dixwest em pêşiya wî bigrin da ku em nehêlin ew biçe bersivek dida me û pêşiya me digirt. Herî dawî bi perspektîfa wî a digot: “Heval ji bo me ferqa mirovên sivîl û leşker nîne. Em di serî de berpirsyarê parastina gelê xwe ne. Ji xwe di çanda me de ferqê mirovên leşker û sivîl nîne. Em fedaiyê vî gelî ne. Ger yek mirovê ji gel di tengasiyê de be pêwîste em li cem wî bin. Ji ber vê ez û heval Hogir; em ê biçin ciyê bûyerê. Hûnê jî vir biparêzin. Vir jî ciyek leşkerî ye. Pêwîste em vir jî biparêzin. Di heman demê de hun di ber hev re jî berpirsyar in. Pêwîste hun hev biparêzin û hêz bidin hev.” Heval Goran bi wan gotinan em bêdeng kirin. Êdî me nikarî li pêşiya heval Goran bibin kelem. Heval Goran û heval Hogir herî dawî xatir ji me xwestin û bi rê ketin.
Dema heval Goran û heval Hogir digihîjin ber sinir, dijmin wan ferq dike û li wir pevçûn derdikeve. Di wê pevçûnê de heval Hogir giran birîndar dibe. Heval Goran dixwaze heval Hogir xilas bike lê nikare. Heval Hogir li ciyê pevçûnê şehîd dikeve.
Dema heval Goran hat û xeberê şehadeta wî da me, em pir xemgîn bûn. Heval Hogir yekser berpirsyarê me li wê wargehê bû. Em pir tesîr bibûn lê heval Goran hîn zêdetir tesîr bibû û digot “heya em tola heval Hogir nerakirin, em şehadeta wî îlan nakin û canazê wî wenaşêrin.” Li ser wê biryara îdeayê me li ser sînor êrîşî dijmin û komên çete kirin. Di wê çalakiyê de me çend leşkerên Tirk kuştin. Piştî me tola heval Hogir hilda, me şehadeta wî îlan kir û cenazê wî weşart.
Hîna demek kin bû heval Hogir şehîd ketibû ku di navbera me, komên çete û dewleta Tirk de pevçûn derket. Di wê pevçûnê de heval Goran jî li cem me bû. Heval derbeyek mezin li dijmin dixin û gelek kesan dikûjin. Herî dawî çeteyek Kurd ku birîndar dibe gazî heval Goran dike û dibêje “heval were min xilas bike. Ez birîndar im.” Mixabin fîşeka xayîn navnîşana xwe dîtiye. Heval Goran çawa vê gotinê dibihîse dibeze ber bi wî leşkerê Kurd yê xayîn û dibêje qey heval e. Çawa digihîje cem wî leşkerî, ew leşker fîşekan direşîne ser heval Goran û heval Goran li wir şehîd dikeve.
Dema me cenazê heval goran rakir, laşê wî tev di nava xwînê de mabû. Dema me heval Goran wisa dît ji canê me bi sadan carî can qut bûn û hezar carî dilê me birîn bû. Ev fîşeka li laşê heval Goran ketibû, li dilê me ketibû û me dikir û nedikir ji dilê me dernediket û her dema me çavên xwe dinûqandin xwîn ji ciyê fîşekê dihat.
Piştî şehadeta heval Goran di jiyana me de hîn tişt kêm bûn. di jiyana mee valahiyek hebû ku bi hemû hêza xwe bang li tunetiya heval Goran dikir. Erê! Ev hevalê me, ev mamoste û fermandarê me ku me ji roniya çavên xwe bêhtir jê hez dikir êdî li cem me nebû û nedihat. Me yê êdî tu carî heval Goran nedîtibaya. Ev hestek pir ecêb û bi êş bû. Êdî heya mirinê em ê ji kenê heval Goran, ji çavên wî yê mîna tavahyva çarde şevî dibiriqîn, mehrûm bamana.
Me dikir û nedikir piştî heval Goran ev valahiya di jiyana me de tije nedibû. Xwarin û vexwarin bêwate bû. Tiştek di qirika me de nediçû xwarê. Her kes bêdeng bû û çawa me li çavên hev temaşe dikir, çavên me şil dibûn. Ji ber wê êşê em dinaliyan. Dengê nalîna me jî gotina heval Bengîn Dirbêsiyê a “xwezî dayik min, bavê min, xwîşk û birayên min tev miriban lê tiştek bi heval Goran nehata” bû. Heval Bengîn êşa xwe bi lêv dikir lê ew êş, heman êşa di dilê me de jî bû. Ew bi wê gotinê re bibû zimanê êşa di dilê me de jî. Heval Bengîn heft şev û heft rojan xwarin nexwar. Lê em şervanên heval Goran bûn û me soz dabû heval Goran ku em ê heya dawiyê di şopa wî de bimeşin. Pêwîst bû em tola wî hildin û ji bo bîranîna wî Serêkaniyê û herêma derdor tevî rizgar bikin…
Piştî şehadeta heval Goran şer hîn zêdetir dijwar bû. Hem me, hem dijmin êrîş dikir. Lê me soz dabû heval Goran ku heya em tevahî herema Serêkaniyê rizgar bikin şerê li dijî çeteyên hov dewam bikin û li dijî dagîrkeriya wan li ber xwe bidin.
Di encam de me li ser soza dabû gelê xwe û Şehîdên Kurdistanê, bajarê Serêkaniyê bi temamî ji çeteyan paqij kir.
Piştî şerê Serêkaniyê em derbasî Til Temir bûn. Li wir jî di navbera me û komên çete de cî cî şer derdiket. Komên çete li wir herî zêde dizî dikirin û malên gel talan dikirin. Li hemberî wan kiryarên wan nedibû em bêdeng bimînin. Carekê dema wan mal talan dikirin me bi ser wan de girt. Li wê derê di navbera me û wan de şer derket. Me gelek ji wan kuştin û hinek çete jî esîr ketin destê me. Me wê demê li Til Temir pêşî li talana çeteyan girt. Di wê operasyonê de me gelek kom esîr girtin û hinek jî ji bajêr qewitandin. Ew hewldan ji bo me hem serketinek bû hem jî me hêz û baweriya gel qezenc kiribû. Piştî wê operasyonê êdî gelê ne welatparêz jî komên çete di nava xwe de qebûl nedikirin û di cî de xeber didan me.
Piştî demekê hemla pagijkirina herema Serêkaniyê destpê kir. Em di wî şerî de cardin weke Tabûra Şehîd Salih derbasî Serêkaniyê bûn. Wî şerî jî 16 rojan bê navber dewam kir. Çi çekên giran di dest dijmin de hebûn tev li dijî me bi kar anîn. Di nava wan 16 rojan de ji bo parastina ciyên di destê me de xew ji me re nînbû û her ku diçû hevalan ciyên nû ji dest çeteyan digirtin û qad her ku diçû fireh dibû. Herî dawî jî bi hemla Şehîd Rûbar Qamişlo de tevahî herem ji çeteyên hov û xwînmij hate rizgar kirin. Bi wî awayî xeyalê Şehîd Goran û tevahî Şehîdên azadiyê bû rastî.
XEMGÎN TIL TEMIR(ZIRGAN)