STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ku bi rêya parêzeran kiribûn red kir. Serdozgeriyê serlêdana malbata girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li gel Ocalan tên ragirtin jî ku kiribûn red kir.
Malbatan herî dawî di 12’ê Tebaxa 2019’an de li gel Ocalan û girtiyên din hevdîtin pêk anîbûn. Serdozgerî ji 12’ê Tebaxê ve hemû serlêdanên malbatan red dike.