NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin, ku vê êvarê Meclisa Leşkerî ya Suryan bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji gundên Erîşa, Qasimiyê, Reyhaniyê û Erbîn êrişî gundên bejahiya Til Temrê kirin, da. Di encamê de 14 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin û erebeya doşka ya çeteyan hate ruxandin.
Piştî wê çete reviyan. Şervanan jî çek û çebilxaneyên çeteyan destserkirin.
Piştî şervanan bersiv dan, artêşa Tirk û çeteyên xwe gundê Um El-Kêf bi top û moşekan topbaran kirin û hêj topbaran berdewam dike.