AMED – Derbarê Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier ku peywîra wê hatibû dagirkirin bi îdîaya “endamê rêxistinê” ye doz hatibû vekirin. Yekemîn rûniştina dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Nazlier ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê ye bi rêya SEGBÎS (bi dîmen) beşdarî dozê bû.
Parêzer Resûl Tamûr diyar kir ku heyeta dadgehê ne bê alî ye û daxwaza redî hakim kir. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir.
Dadgehê biryara dîlgirtina Nazlier da û doz taloqî 20’ê Nîsanê kir.