NAVENDA NÛÇEYAN – Welatiyên Şêladizê berî niha bi salekê li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên bi êrîşên hewayî li ser gelê Behdînan pêk dihatin serî rakirin û ketin baregeha leşkerî ya artêşa Tirk. Li vir artêşa dagirker a Tirk a êrîşî gel kir, 2 welatî şehîd kirin. Li gel vê hêzên ewlekariya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi dehan welatî binçav kirin, hê jî ji van binçavkiriyan hinek kes di zindanên li Duhok û Hewlêr de tên girtin. Lê belê baregehên leşkerî û sîxurî yên dewleta Tirk li herêmê zêde bûn.
Çavkaniya serhildana gelê Şêladizê ya 15’ê Çileya 2019’an, xwe dispêre êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Dêrelokê. Di encama bomberdûmana artêşa Tirk de komkujiyek pêk hat. 4 welatî şehîd ketin, 2 welatî jî birîndar bûn.
Yek ji ciwanê ku hatibû binçavkirin û duh hate azad kirin Qehreman Şukrî bû. Qehrman Şukrî ji Rojnews re axivî. Qehreman da zanîn ku destpêkê wî vexwendibûn asayîşê û liwir hatibû binçavkirin. Qehrman balkêşa ser sedemê binçavkirinê jî û da zanîn ku hemû hevalên wî bi hêceta ‘danûstandina bi PKK’ê re hatibûn binçavkirin. Lê Qehreman got ku ti delîlek jibo vê yekê di destê asayîşê de nebû.
Qehreman destpêkê bi 9 hevalên xwe re hatibû binçavkirin û ji Şêladizê şandibûn asayîşa giştî ya Dihokê. Zêdetirî 22 rojan di zindanê de man. Qehreman û 9 kesên din wê sibe biçin Dadgeha Dihokê û bi hêceta ‘Danûstandina bi PKK’ê’re werin darizandin.
Qehrman di dewamê de got ku wê sibe li Dadgeha Dihokê formê bi wan bidin dagirtin daku carek bin danûstandinê bi PKK’ê re nekin. Qehreman li ser vê jî got; “Fermandarek asayîşê gef limin xwariye. Ji min re got ku carek din ev yek rû bide, ezê çavê te derxim.”