NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek herêmên Kurdistanê qedexeyên kêfî bi rê û pêk dema wan tên direjkirin.
Herî dawî Walîtiya Colemêrgê qedexeya çalakiyan a li bajêr ji bo 15 rojên din dirêj kir.
Biryarên qedexeyê her 15 rojan carekê yan jî mehê carekê bi rengekî otomatîk ji nû ve tên dirêjkirin.
Tevî qedexeyên çalakî û xwepêşandanan li gelek herêman “rewşa ewlekariya taybet” hatiye ragihandin. Ev herêm jî li sivîlan qedexe ne.