MÊRDÎN – Di 13’ê Tebaxa 2019’an de li navçeya Kemahê ya Erzînganê di şer de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn. Cenazeyê Mahmût Demîrbag ku yek ji wan e, piştî 6 mehan ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.
Piştî ku mîna DNA’yê ya malbatê piştrast bû cenazeyê Demîrbag ê li Goristana Bêkesan a Erzînganê pêr ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û birin navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.
Cenaze di bin dorpêçiya polîsên Tirk de li Goristana Mohrîsê ya Nisêbînê hate veşartin.