STENBOL – Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e û Mazlûm Tûnç ê ku vasîsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e bi rêya parêzerên xwe duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdan hate redkirin.
Emîn Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e jî serlêdan kiribûn. Serlêdana malbatên girtiyên li Îmraliyê hate redkirin.
Ji 12’ê Tebaxa 2019’an de serlêdana malbatan tê redkirin.