NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku di çalakiya şervanên wan a 30’ê Çileyê ya li gundê Dûraqliya û Qizilbaşa ya navçeya Şera ya Efrînê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
HRE’yê li ser çalakiyê ev agahî da:
“30’ê Çileyê di navbera gundên Dûraqliya û Qizilbaşa yê bi ser navçeya Şera de hêzên me li dijî wesayîteke çeteyên Feylaq el-Şam çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de wesayît hate rûxandin, 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
Di heman rojê de artêşa dagirker gundên Merenaz û Malikiyê bi dijwarî topbaran kir. Her wiha liv û tevgera balafirên keşifê li ser herêmê didome.”