NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî têkildarî çalakiyên 30’ê Çileyê li Stenbolê kiribûn daxuyaniyek nivîskî da.
‘FABRÎQE Û WESAYÎT HATE ŞEWITANDIN’
Yekîneyê ev agahî da: “Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxîwn Roboskî 30’ê Çileyê li navçeya Esneyûrt a Stenbolê avahiyek 4 qat a fabrîqeya tekstîlê çalakiyek kirin. Fabrîqeya li Kolana 230 a li taxa Akşemsettîn hate şewitandin û îmhakirin.
Dîsa 30’ê Çileyê li sîteya Ortakoy a navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê endamên me li dijî fabrîqeyek ya amûrên înşihat û kabloyan dihilberand çalakiyek kiriye û wesayîta li nava depoya wê şewitandine û îmha kirine.
‘HETA ESARETA RÊBER APO BI DAWÎ BIBE…’
Em Komploya Navnetewyî ya 15’ê Sibatê ya di şexsê Rêber Apo de dixwazin vîn û azadiya gelê Kurd ji desta bigire û di tarîtiya dîrok de girtî bihêle bi tundî şermezar dikin. Ne tehmûla gelê Kurd û ne jî neferên Tolhildana Kurdistanê ya ji bo esareta li ser Rêber Apo meye. Di salvegera 22’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê di serî de bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bibin yek ji neferên tolhildanê û tolê ji TC’ê hilînin. Heta esareta li ser Rêber Apo bi dawî bibe wê çalakiyên me her biçe zêdetir bibe.”