NAVENDA NÛÇEYAN – Li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê, nêzî 50 kolber ji ber berf û bagerê winda bûn. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, şevê din komeke kolber ku hejmara wan nêzî 50 kese, li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ji ber berf û bagerê winda bûne. Hat diyarkirin ku welatiyên herêmê ji bo dîtina kolberan, ketine nava liv û tevgerê. Welatiyan ji hikûmetê alîkarî xwestin, lê heta niha bersivek nehatiye dayîn. Kolbernewsê ragihand ku di roja pêncşema hefteya borî de hêzên rejîma Îranê li herêma Ûrmiyeyê du komên kolber gulebaran kirine. Di encama gulebaranê de kolber Welî Gundek Mela û Osman Wezîrî birîndar bûbûn.