MEXMÛR – Îro li gorî saeta xwecihî 14:00’an komeke çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin. Çeteyan destpêkê êrîşî welatiyên wargehê û şivanên wargehê kirin. Di êrîşa çeteyan de 3 şivan birîndar bûn.
Piştre gerîlayên HPG’ê û hêzên parastina xweser a Mexmûrê mudaxeleyî êrîşê kirin û şerekî giran qewimî. Di encama şer de 2 çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê gerîlayên HPG’ê û hêzên parastina xweser a Mexmûrê ve hatin kuştin û çekên wan hatin desteserkirin.
Çeteyan beriya êrîşê bi dizî xwestin bikevin Wargeha Mexmûrê. Piştî ku hêzên HPG’ê û hêzên parastina xweser a Mexmûrê çete ferq kirin, çete neçar man birevin.
Çavkaniyên HPG’ê ragihand ku saetên şevê rewşa herêmê dibin kontrola wan dene û êrîşa çeteyan bi temamî hate têkbirin.
HPG’ê ragihand ku êrîşa çeteyan li herêma “Dola Mezin” a li çiyayê Qereçoxê pêk hat û çeteyên DAÎŞ’ê li vê herêmê bicih bûne. HPG’ê got ew ê Wargeha Mexmûr û welatiyên sivîl en wargehê biparêzin.