EYN ÎSA – Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin saet di 11’an de dewleta Tirk a dagirker gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Keleha Şewarxa bomberdûman kiriye.
Hate diyarkirin ku bakurê rojavayê Eyn Îsayê û rêya navneteweyî a M4 jî bûye hedefa bomberdûmanê. Di heman demê de Tûgaya 93’emîn a rejîma Sûriyeyê ya li heman herêmî jî bûye hedefa êrîşan. Hate diyarkirin ku bomberdûman saet di 11.20’an de hatiye destpêkirin.