SILÊMANÎ – Ciwanên Welatparêz û Jinên Gencanî Tekoşer li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li zanîngeha Silêmanî pirtûkên Ocalan belav kirin. Tevgera ciwanan pirtûk li fakulteya zanîsta mirovan belav kirin.
Ji alî Gencan ve bi sedan pirtûk ji xwendekaran re hatin belav kirin. Xwendekaran eleqederbûyînek mezin nîşan dan. Bi sedan pirtûk hat belav kirin.
Her pênc parêzname û pirtûkên Rêber APO, ‘’Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 1 : Șaristanî, Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 2 : Șaristaniya Kapîtalîst, Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 3 : Sosyolojiya Azadiyê, Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 4 : Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk, Manîfestoya Civaka Demokratîk Pirtûka 5 : Parastina Pencê Kurdên Di Nav Pencê Qirqirina Çandî De Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk û Evîna Kurd’’ hat belav kirin. Pirtûkên bîranînên gerilla û jineolojî jî hat belav kirin.
Pirtûk bi zimanê Erebî û Soranî hat belav kirin. Heta niha bi hezaran pirtûkên Rêber APO li xwendekar, genç û ji gel re hatiye belav kirin.
Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Têkoşer, da diyar kirin ku dê li Başurê Kurdistanê we Zanîngehan, li kolanan, kargehan li her dewerê û ji her kesî/ê re parêzmane û pirtûkên Rêber APO were belav kirin.
Di derbarê belav kirina pirtûkan de li ser navê Gencanî Welatparêz û Jinên Gencî Tekoşer Newar Ehmed axifî: ‘’Em wek rêxistina ciwan û jinên ciwan bi belav kirina pirtûkên Rêber APO, komploya ku hîn jî birêve diçe şermezar dikin.’’
Xwendekarê Zanîngeha Silêmanî bi navê Pawer Elî ji di derbarê belav kirina pirtûkan de axifî û spasiya xwe ji rêxistinên ciwanan re kir. Elî bang li xwendekaran kir ku divê pirtûkên Abdullah Ocalan bixwînin û ev komploya ku tê birêvebirin fêm bikin, xwe di derbarê dahatû de amade bikin.