XARPÊT – Li Xarpêtê, piştî erheja bi pîleya 6.8 erdhejên peyhat didomin. Li navçeya Xûxê ya Xarpêtê, saet di 01.19’an de dîsa bi mezinahiya 4.6 pîleyî erdhejek peyhat çêbû. Erdhej li Xûxê û derdora wê hat hîskirin. Nayê zanîn ku erdhejê avahiyên ku xesar gihîştibû wan hilweşandiye ya na.