BEHDÎNAN – Bi navê Gerîllaya YJA STAR’ê Silav Amed di derbarê Gerîlatiya di Botanê de ji ajansa me re nerînên xwe parvekir û wiha diyar kir; ” Gerîlayên ku gerîlacîtiya xwe li Botanê dike bi heqîqeta xwe û bi şer re mezin dibe. Botan mekteba şer û mekteba jiyanê ye. Jiyana rast ya ku zor û zehmet, bi çiyayên xwe, bi asêbûyîna xwe yê te bide fêr kirin. Di demên zor û zehmet de hevaltiyekê, giredanbûyînekê di mirovan de dide ava kirin”.
“BOTAN…”
Botan di dîroka partîya me de cîhê arteşbûyîna yekemî ne. Navenda welatparezîya herî mezine. Di serî de ji bo gelê Botan mirov dikare bibêje ku ; Cizîr, Silopî hemû jî di aliyê kurd bûyînê de ,aliye berxwedaniye de hertim pêşenge. Salên derbasbûyî de jî di dîroka me de jî ,heya niha îro jî bi çanda Bedirxana ,hemû dirokê serhildana de jî gelê Botanê bi berxwedana xwe tê naskirin. Bi Kurd bûyîna xwe tê naskirin,bi şerê xwe tê naskirin,bi welatpareziya xwe tê naskirin. Taybet tevgera me ya azadiyê digirt nav xwe û dîsa tevlîbûyînê tevgerê yê ku herî xurt jî ji Botanê derketin. Ev bi xwe jî di çanda Botanê de bedewbûyînekê dide ava kirin.
Fermandarên ku li vir şehîd ketine, bi xwe re çandekî pir xurt ava kirine. Di serî de ji 2015 heya 2019 ger mirov binirxîne, her salên xwe cûda ye. Her salê xwe de qehremantiyekî cûda pêş ketiye û bi gel re jî derketinê pir mezin hatiye çêkirin. Di hemû eyaletan de, di hemlê şoreşgerî de jî tevlîbûyînekî pir mezin çêbû. 2015, 2016 bi şerê bajara ve girêdayî li Botanê berxwedaniyekî pir mezin derket holê. Şerê bajaran bi berxwedaniya gelê xwe dîrok nivisandin. Ger ku mirov binirxîne jî, gotin têrê nake. Ew dîrok pir hatine nirxandin, pir hatine ser ziman hevalên ku jiyan kirine, bi xwe anîne ser ziman û nirxandin e.
Kesayetên ku li Botanê jiyan dike, Gerîlayên ku gerîlacîtiya xwe li Botanê dike bi heqîqeta xwe û bi şer re mezin dibe. Botan mekteba şer û mekteba jiyanê ye. Jiyana rast ya ku zor û zehmet, bi çiyayên xwe, bi asêbûyîna xwe yê te bide fêr kirin. Di demên zor û zehmet de hevaltiyekê, giredanbûyînekê di mirovan de dide ava kirin.
Hevalên ku li Botanê gerîlatî dikin bi qadê ve bi xweza ya vir ve tên giredan. Her qad wateya xwe cûda ye. Dîroka xwe cûda ye bi ev cûda bûyînê ve, penaseya qûtsalbûyînê derdikeve holê. Her Gerîlayek ku di Botanê de mayî jî mirov dikare bi vê qûtsalbûyînê bîne ser ziman.
“BESTA…”
Di serîde mirov dema behsa Besta yê bike ev tişt tê bîra mirov. Besta Navenda Botanê ye. Ji ber ku ji aliyê coxrafya xwe jî ,di aliyê kar û xebat de jî em pênaseya Dayîkê ji bo Besta dikin. Ji ber erdnigarî ya xwe jî di Besta de çar çemên mezin diherikin. Çêkçêk ,çemikê tehlo, bilûzer û besta hince. Bi daristanê xwe em dibêjin; behrekî ji daristanê. Wek behre, di serîde gerîla diparêze , parastina we ya herî xurt jî daristanê wê ne. 2017 dema ku Heval Delal ew jî li vir şehîd ketin, dîrokekî bi şehîdê partiyê ve giredanbûyîn, dîrokekî berxwedaniya Besta dihêle ku mirov pê ve were girêdan. Demekî hevalan nedixwestin biçin Besta, bi garê ve mînak didan ji ber ku araziya xwe nerme lê belê behrekî ji daristanê ye, ji bo wê jî hevalan digotin cîhê hatin çûyînê ye. Gelek caran jî hevalên ku li Botanê li qadên cûda bûn dema ku dihatin Besta hevdû didîtin. Ji ber wê jî digotin, cihê hevdîtinê ye. Çi hevalên ku ji Cûdî werin, Kato, kele hemû kesî hevdû li vir didîtin. Dijmin çawa ku ,her tim Navenda rexistinê hedef dike, Besta jî her tim li hember erîşên yekem re rû bi rû dima. Ji ber dijmin jî dizane Besta Navenda Gerîla ye, dayîka gerîla ye ,bi coxrafya xwe gerîla mezin dike, hembez dike.
Dijmin dizane ku hêza vir tune bibe, dikare êrîşî qadên din jî bike. Hewldanê dijmin hertim li ser wi esasi bû. Ji ber Besta Navende, qadên dîtir Besta girtine nav xwe de û wê diparêzin.
“HEREKOL…”
Besta navende, hemû qadên derdora we jî qele ne, taca serê wê ne. Mînaka wê jî mirov dikare Herekol bide. Hevalên ku dîtine jixwe coxrafya Botanê nas dikin. Çawa ku etekê Herekolê de ava mezin ,çem xwe ber didin û daristanê Besta çedibin. Jorê de sîlsîleyekî pir mezine bi şikêr, bi zozana kemerekî li ser serê Besta ye, wek tacekê ye. Dîroka Herekolê jî ,gerîlatî ya Herekolê jî cûda ye. Her qadekê de mirov dikare bibêje ku xweseriya xwe cûda ye. Her qadek di hevalan de jî çandekê ,kesayetekê dide ava kirin.
Herekol çiyayên xwe asê ne, di nava xwe de hilkişandinê xwe pir bi nav û denge, bi zor û zehmete. Nava xwe de wek qeleye, mirovên ku ji bo parastinê bikevin nava vê qeleyê de hertim li hember dijmin diparêze. Dîrokên derbasbûyî de dema ku mirovan xwestine xwe ji şera biparêzin, çawa ku pişta xwe dane Herekolê ew parastine. Wek gerîla jî çiyayê ku hêjmara pir zêde biparêze Herekol e.
Di salên derbas bûyî de 2017/2018 êrîşên dijmin pir zêde li ser vê qadê çêbû. Çi biba bila biba dijmin nikarî bû bikeve vê qelê. Ji ber ku tirsekî jî hebû. Di bin wir de bajarek hebû. Dema em lê temaşe bikin hurguliyên wê pir zêde ne. Wekî di jî Pîro…
Pîro dema ku bi dîmen jî mirov lê temaşe dike, serbixwe ye. Bi heybeta xwe li beramber qadên dîtir disekine. Pîro bi xweşikbûyîna xwe wek qele ye. Dijmin bi xwe jî nikare xwe di nav de bigre. Rol û mîsyonekî pir girîng ya Pîro heye. Ji ber dîroka wê jî, hevalên ku li vir dimînin pir bi Pîro ve giredayî ne. Li vir jî berxwedaniyên pir bêhempa hatine jiyan kirin. Çawa ku bibêje ya di Cûdî de bilûrvan, hemû cîhanê re bedele ez wa li virim. Pîro jî di Botanê de taybet di Besta de mîsyonek xwe wiha heye.
“GABAR…”
Gabar hemû heval dizanin êdî mirov nikare binirxîne ji ber ku gotin têre nakin. Dilê Botanê ye, dilê gerîlatiya Botanê ye. Cîhê ku mirov hevaltiyekî herî xurt jiyan bike û bide jiyan kirin jî taybet Gabar e. Dema mirov dibêje Gabar bi taybetî hevaltiya wê tê bîra mirovan. Gabar zor û zehmetiyê wê pir in. Ev jî bi xwe re hevaltiyekî germ , rêzdayîna hevdu, fedakartî û fedaîtiyê jî derdixîne holê. Gelek hevalên ku li Gabarê bûn sembol hene. Hevalên ku bi tevlîbûyîna xwe ,bi şerê xwe ,bi peşengtiya xwe dihatin naskirin bûn. Ji bo me ew hevalên şehîd hertim mînak in.
“CÛDÎ…”
Cûdî bi dîroka xwe ve tê nasîn. Ji gemiya Nûh bigre, heya roja me ya îro de jî di dîroka Kurdistanê de jî cûda ye. Cîhê qûtsalbûyînê ye, cîhê pîrozahiyê ye. Dema ku mirov pêl wê axa bike pêwîste bizanibe ku pêl dîrokê dike. Hemû şerên hatine kirin, çandên ku hatine ava kirin hemû jî xwe li vir bi cîh kirine. Sefine bigre, bilûrvan ev hemû jî dema ku mirov li gel wê dimeşe, jiyan dike hinek cûda ye. Ez li Cûdî pir zêde nemam lê hevalên ku dîtine, di nav de gerîlatî kirine pir behs dikin. Di derve de Cûdî pir tê behs kirin, hevalên ku behsa Cûdî dikin kem jî behs dikin. Ji ber coxrafya xwe ; sîlsîleyeke şikêrin. Şikêrê xwe mînak pir xweşik in. Disa xweşikbûyîna wê , pezkovî hene pezkovî jî wek gul û çîçekê wê qadêne. Ew hevala diparêzin, heval jî wan diparêzin û xwedî dikin. Heval jî pir ji wan hez dikin, navbera wan de hevaltiya wan jî heye. Ji bo vê jî Cûdî jî di her hevalekî ku di wir de fermandartî dike giredanbûyînekê dide ava kirin. Hevalên kû di Cûdî de jiyan dikin , kêlî bi kêlî azadiya xwe dest dixin. Gelek heval hene ku evîndarê Cûdî ne, lê nedîtine, di dilê wan de maye. Hevalên ku dîtine jî mirov dikare bibêje ku gihîştine evîna xwe ya herî mezin.
Dema mirov temaşe dike , Cûdî bi xwe evine, evîna herî mezine. Ji ber vê pîrozahiya heyî tu bi wê dîrokê re evîndar dibî û mezin dibî
“KATO…”
Cîhê ku İskender di dîrokê de bibin ketiye. Çiyayên Kato yê asê bi xwe bedewin, şerê pir mezin li Kato hatine kirin. Di dil û mejiyê hevalan de Kato cîhêkî xwe yê taybet heye. Ji bo Gelê Botanê jî wiha ye, ji bo tevgera me ya azadiyê jî wiha ye. Him cîhê parastinê ye him jî cepha herî pêş e. Salên derbasbûyî de jî dijmin êrişî Kato kir. Ev jî ji bo gel tirs çêkir. Hevalên ku di wan êrîşan de şehîd ketî , mirov bixwaze behs bike roj têrê nakin.
“KELA MEMÊ…”
Cîhê herî bilind yê Botanê Kela Memê ye. Kela Memê jî bi zozan, wadî ye Hêzil, Pîran, Hîlal û Mejîn ve ciyê daristanê yê heyî pir xweşik in. Wek erdnigarî jî hevala diparêze û rê nade dijmin. Çiyayên wê yên bilind Aslan heye, Şan Stêrk heye. Çiqas dijmin êrîş dike jî rê nade dijmin, ji ber ku pir asê ne û bilind in. Ji bo me jî ji avakirina tevgerê heya niha avantajekî pir mezine. Gelê li vir piranî Goyîne. Hevalên li vir jî piranî Goyî ne. Ziman û çanda vir piranî xweserbûyîna xwe heye. Kela Memê jî qadekî zor û zehmetiyê xwe hene. Kar û xebatê ku tê kirin jî piranî zor û zehmetiya xwe hene, kedekî pir mezin dixwaze, nas kirinekî pir mezin dixwaze. Yê ku rastiya xwe nas neke, gelê xwe nas neke ,nikare di wan çiyayan de jiyan bike. Hevalên ku jiyan dikin jî bi fedaîti, fikir û ramanê Rêber Apo de xwe kûr bike, dikare li wir jiyan bike.
Di her qadekî Botanê de mayîn , li wir jiyan kirin giredanbûyînekê dixwaze. Botan li beramber erîşên dijmin jî em dikarin bibêjin qela me ye. Di Kurdistanê de çawa ku şer tê kirin, yekemîn navend kuder be wê dijmin vir esas bigre. Botan jî navenda Kurdistanê ye. Li hember van êrîşa jî bersiv bi berxwedanê her tim hat dayîn. Ger mektebekî şer be, ev di mirovan de pîsportî û zanistaya rastiya dijmin de jî kurbûyînekê dide ava kirin. Her salekî Botanê nirxandin bi rastî jî bedewe, her salêkî bi xwe re bersivek aniye. Her pêvajo jî qehremantiyên pir mezin bi xwe re ava kiriye….
NC / Zerya Bagok