Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
Bûyerên ku di dawiya sala 2019’an û destpêka sala 2020’an de li Rojhilata Navîn qewimîn, nîşaneya rewş û gavên serdema bê ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn in. Di serî de sûîqesta li dijî Qasim Silêmanî û fermandarên Heşdî Şabî, destwerdana li Îranê nîşan dide ku gav û hewldan dibe ku bi lez û hilweşîner bin.
Bêguman ev hemû di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de diqewimin, bi qasî zelaliya şer û berxwedana li herêmê, her wiha rewşeke nû ya nediyar û guherîner jî diafirîne. Lewma destpêka sala 2020’an dewama bûyerên sala 2019’an e. Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku di sala 1990’î de bi Şerê Kendavê re amadekariya wê ya destpêkê hate kirin û bi Komploya Navdewletî ya sala 1999’an a li dijî Rêber Apo re hate destpêkirin, di nava vê pêvajoya dîrokî de 30 sal li pey xwe hişt. Lewma di nava pêvajoyeke ku qat bi qat ji dema her du şerên cîhanê zêdetir e, şerek tê meşandin ku bi rêbaz û amûrên cuda didome. Şerê ku bi destwerdana li Iraq û Sûriyeyê dewam dike, di dema nêz de bi zêdebûna destwerdana li Îranê re derbasî qonaxeke nû bû.
BANDORA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3’EMÎN
Şerê Cîhanê yê 3’emîn heta niha bi giranî li qada Ereban bi rê ve çû, destwerdana li vê qadê derkete pêş û van êrişan li herêmê rê li ber hin guhertinan vekirin. Destwerdanên ji Bakurê Efrîkayê heta bi Nîvgirava Ereb, Iraq û Sûriye di pratîkê de parçe kir, kir ku li gelek welatan desthilatdarî bên hilweşandin. Nediyar e ku ev rewşa pratîkî bi sîstemeke çawa ya siyasî, civakî û aborî bi encam bibe. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi êrişên xwe hin encam bi dest xistibe jî ne ji aliyê leşkerî ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê civakî ve serketin bi dest nexistiye. Bêguman berxwedana gelên herêmê bi taybetî ya gelê Kurd, israra statukokariya herêmê û nebûna sîstema kapîtalîst ji bo perspektîfa çareseriyê sedemên bingehîn in.
Li qadên Îran û Tirkiyeyê, ku du hêzên bingehîn ên sîstema ferzkirî ya li Rojhilata Navîn e, statuko bi giranî dewam dike. Çavkaniya bingehîn a nezelalbûna rewşa li herêmê jî ev rastî ye. Ji ber ku hem di warê dîrokî hem jî di warê rojane de hevsengiyên herêmê li dora van her du dewletan hatine destnîşankirin. Bi taybetî bûyerên ku di sala 2019’an de li Tirkiyeyê qewimîn, di wê astê de bûn ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hilweşîne. Çalakiyên greva birçîbûnê yên mezin ên li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ku bi pêngava Baxozê re gihîşt asta serketinê, bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê re ketina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê, kûrbûna krîza aborî û civakî nîşaneyên têkçûnê bûn.
Di vir de girîng e ev yek bi zelalî bê gotin, rejîma faşîst a li Tirkiyeyê nikare bi hêza xwe li ser piyan bimîne. Sîstema modernîteya kapîtalîst û hêza wê ya pêşeng DYE û Rûsya, bi rengekî eşkere û xurt desthilatdariya heyî di çarçoveya planên xwe de li ser piyan dihêlin, têkçûna wê ji bo vê gavê li dijî stratejiya xwe dibînin. Eger mirov xaleke dîrokî bi bîr bixînin, wê rewşa heyî ya li Tirkiyeyê baştir bê fêhmkirin. DYE ku bi Şerê Kendavê yê 1’emîn re dest li Iraqê werda, Saddam Huseyîn ji desthilatdariyê nexist, Saddam heta destwerdana 2003’an li ser desthilatdariyê ma. Bêguman ev yek tercîheke bi zanebûn bû, naxwe wê demê jî dikarîbûn Saddam ji desthilatdariyê bixin. Pêwendiya vê yekê yekser bi armancên bingehîn ên Şerê Cîhanê yê 3’emîn re hebû. Yek ji armancên bingehîn ên şer ew bû ku bi destwerdana herêmê re hêzên şoreşger ên Filistînê û Kurdistanê tasfiye bikin an jî kontrol bikin. Têkçûna Saddam li her du qadan jî dikarîbû rê li ber pêşketinên mezin ên şoreşgerî vekiribûya. Ji ber vê yekê rê dan ku Saddam serdemeke din li ser desthilatdariyê bimîne. Kengî bi navê hevdîtinên aştiyê tevgera Filistînê tevlî sîstemê kirin û Rêber Apo bi komployeke navdewletî dîl girtin, hingî sîstema modernîteya kapîtalîst tedbîrên pêwîst wergirt û Saddam tasfiye kir. Di rewşa heyî de dewamkirina desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ya faşîst jî pêwendiya xwe yekser bi vê stratejiyê re heye.
HEVKARIYA KAPÎTALÎZM Û FAŞÎZMÊ
Têkçûna DAÎŞ’ê di bingeha xwe de têkçûna desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê bû. Sîstema kapîtalîst rewşa heyî dît û plansaziyeke nû xiste dewrê. Emerîka, ji bo hêzên li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û bi ser ketin nekevin wê rewşê ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî têbikşin, di payîza 2018’an de biryarên nû wergirt. Biryara girankirina ambargoya li dijî Îranê ya 5’ê Mijdarê û biryara 6’ê Mijdarê ya li dijî rêveberiya PKK’ê ling û hedefên bingehîn ên vê plansaziya nû bûn. Teslîmgirtina Şoreşa Rojava û tasfiyekirina berxwedana gengaz a vê şoreşê ne tenê biryara dewleta Tirkiyeyê ya faşîst bû, di heman demê de plansaziya bingehîn a hegemonya kapîtalîst bû. Êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ku di salvegera komploya navdewletî de di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest pê kirin encama vê plansaziyê bûn. Plan ew bû ku tevahiya Rojava dagir bike. Di vê mijarê de Trûmp û Erdogan li hev kiribûn. Lê belê hem berxwedana Rojava hem jî xwedîderketina gelên cîhanê li Şoreşa Rojava, li pêşiya bicihanîna plansaziya hatibû kirin bû asteng.
Tevî vê yekê li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî êrişên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi giranî dewam kir û şêwaza xwe guhert. Bi taybetî li navendên bajarên Başûrê Kurdistanê li dijî kadroyên pêşeng sûîqest hatin kirin, li dijî Şengalê êriş hatin kirin ku ev hemû encameke vê konseptê bûn. Lewma divê bê zanîn ku êrişên li Bakur, Rojava û Rojavayê Kurdistanê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nîşan didin ku planeke mezin ji bo tasfiyekirina şoreşa Kurdistanê di dewrê de ye, dema bê dibe ku êrişên girantir bên kirin û di vê mijarê de sîstema kapîtalîst a navneteweyî bi rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re hevkarî kiriye.
ŞÊWEYÊ ŞEREKÎ LI DEMÊ HATIYE BELAVKIRIN
Sûîqesta 3’ê Çileyê ya li navenda Bexdayê li dijî Qasim Silêmanî û fermandarên Heşdî Şabî wê krîz û kaosa li herêmê girantir bike, tansiyona li herêmê bilindtir bike. Êrişa Emerîkayê bi tê wateya ragihandina şerekî eşkere, ji aliyê Îranê ve bandoreke giran kir. Bersiva Îranê jî bi hevsengî bû û di wê astê de bû ku şer naxwaze. Bêguman ev şer û alozî wê dewam bike, lê belê ne bi şêweyê şerê il eniyê, bi rengekî ku li karakterê Şerê Cîhanê yê 3’emîn bê, bi bikaranîna rêbaz û hêzên cuda li demeke dirêj bê belavkirin.
Emerîka wê destpêkê ferz bike ku Îran xwe ji qadên derve yên mîna Sûriye, Iraq, Lubnanê vekişîne û dest ji nêrîna xwe ya hegemonya herêmê berde. Li gorî helwesta ku Îran li dijî vê polîtîkayê nîşan bide, wê polîtîka bê nûkirin. Bêguman Îran wê zû bi zû qebûl neke ku xwe ji van herêman vekişîne, lê belê di dawiya dawî de wê parastina rejîmê ji xwe re bike esas. Ji ber vê yekê bendewariya destwerdana Emerîka li Îranê wê hesabekî şaş ê polîtîk be. Lê belê rastî ew e ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn wê li qada Îranê giran bibe, di serî de Tirkiye wê welatên din jî li gorî vê yekê pozîsyona xwe diyar bikin, neçar bên hiştin ku diyar bikin. Bi taybetî Iraq wê bibe welatê destpêkê ku ev yek bandorê lê bike. Gengaziya parçebûna Iraqê bi sê rengî, nakokî û şerê ji ber vê yekê rû bide, dewamkirina rewşa şer a li Sûriyeyê, polîtîkayên Tirkiyeyê yên ji bo dagirtina van valahiyan wê bêhtir bikevin nava hev û di dema nêz de li herêmê li şûna çareseriyê, wê şer girantir bikin.
RÎSK Û DERFET
Ev hemû ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelên Rojhilata Navîn hem rîskên nû hem jî derfetên nû diafirîne. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi destwerdana li statukokariya herêmê, di heman demê de bi derfet û zemînê vê destwerdanê re ji bo şoreşa Rojhilata Navîn pêk neyê tedbîran werdigire. Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 1’emîn de Şoreşa Sowyetê ya mezin pêk hat û hesab hemû ser û bin kir. Sîstema hegemonîk di şert û mercên heyî yên şer de derfet û mercên Şoreşa Gelan a Rojhilata Navîn a Mezin ku ji Şoreşa Sowyetê gelekî bêhtir bi bandor e dibîne û ji ber vê yekê jî êrişên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zêde dike ku pêşengiyê ji vê şoreşê re dike. Ji bo vê jî weke ku di mînaka Tirkiyeyê de tê dîtin, paşverûtiya herêmê jî li ser piyan dihêle. Ji bo mirov şaşitiyê nekin, ji bo xeteke rast a îdeolojîk-polîtîk destnîşan bikin û li ser vê bingehê şoreşê pêk bînin, divê mirov van rastiyan ti carî ji bîr nekin. Perspektîfa şoreşger a rast li dijî rîskan tedbîran werdigire, di heman demê de derfetên serketinê jî bi rêxistin dike.
Bi taybetî têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst ku pêşengiyê ji qirkirina Kurdan re dike, stratejîk e. Faşîzma ku li ber hilweşînê ye, bi destwerdana li herêmê hewl dide ji nava vê krîzê derkeve, lê belê di serî de welatên Ereban bi hêzên herêmî hemûyan re nakokiyan kûr dike. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê ku nîv sed sal e dewam dike, xwedî dînamîkên pêwîst hemûyan e. Tişta bingehîn a pêwîstî pê heye, pêşengiya şoreşgerî û pêkanîna bi biryardarî ye. Ji bo vê jî divê atmosfera siyasî û civakî ya giran ku faşîzmê afirandiye ji hev belav bikin, li şûna wê atmosfereke şoreşgerî ya bi coş û îdîa biafirîne û di asta seferberiyê de dest bi kampanya çalakiyan û rêxistinbûnê bike. Ji bo vê jî li şûna êrişên faşîzmê yan jî destwerdanên hêzên derve divê giraniyê bidin ser wezîfeyên şoreşgerî.
Şoreşa Rojhilata Navîn ku navenda xwe Kurdistan e ji her demê bêhtir xwe ferz dike. Pêngavek li ser bingeha têkbirina dorpêçkirina Şoreşa Rojava, hilweşandina faşîzma li Tirkiyeyê û afirandina yekîtiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn, dikare sala 2020’an bike saleke ku pêşketinên şoreşgerî hîn bêhtir lê pêk were. Ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, di nava krîza kûr a kapîtalîzmê de ji Latîn Amerîkayê heta Asyayê, ji Ewropayê heta Afrîkayê liv û tevgera gel a demokratîk a li parzemînan hemûyan nîşan dide ku hêzên demokrasiyê û azadiyê li qada navneteweyî li ser piyan e. Hîmên modernîteya demokratîk hemû rabûne ser piyan, hîn bêhtir xwe digihînin şoreşa Kurdistanê û ji bo mirovahiyê utopyayên azadiyê ji nû ve şîn dikin. Bi taybetî di dema nêz de ji Îranê heta Misrê û Filistînê hesreta azadî û demokrasiyê ya gelan bi destwerdana modernîteya kapîtalîst hatin manîpulekirin û tevlî sîstemê hatin kirin. Wezîfeya me ya dîrokî ye ku bi dersên ji van derxin şoreşa demokratîk a gelên Rojhilata Navîn pêk bînin. Şoreşgerê Mezin Lenîn ji bo vê rewşa şoreşgerî vebêje digot, ‘Ji bo şoreşê doh zû bû, sibe dereng e, îro dema xwe ye’. Lewma şoreş li ber deriyê me ye. Em di demeke dîrokî de ne. Li dijî êrişên faşîzmê bihîstina dengê şoreşger, têkoşîna bi vê ahengiya şoreşê û jiyana bi coşa şoreşê divê.
Di sala 21’ê ya Komploya 15’ê Sibatê de bersiva herî xurt a ji hêzên komploger re bê dayin ew e ku bi xeteke şoreşger a xurt, bi hest û biryardarî pêvajo bê pêşwazîkirin, şoreş bê pêkanîn û bi Rêber Apo re li Kurdistana azad xwe bigihînin hev.