NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye;
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên li ser rojavayê Kurdistan û bakurê Suriyê bênavber berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
GIRÊ SPÎ
Li roja 29ê Çileyê, artêşa Tirk a dagirker û komên çete bi çeken giran êrîş birin li ser rêya M4 a navdewletî. Di vê êrîşê de welatiyekî sivîl brîndar bû.
Li roja 3 Sibatê, çeteyên dagirker li gundê Xirbit Kerem ya Eyn Îsa êrîş birin ser çeperên hêzên me. Di encama bersivdayinê de pevçûn qewimîn. Di encama wan pêvçûnan de 5 çete hatin kuştin, seyareyekî çeteyan hate îmhakirin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Li heman rojê, di encama êrîşa artêşa dagirker a bi çekên giran de, nêzî qampa Eyn Îsa 2 şervanên me şehîd ketin. Her wiha di encama êrîşa bi çekên giran ya li gundewarên Eyn Îsa de li 4ê Sibatê jî 2 şervanên me brîndar bûn.
TIL TEMIR
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li gundewarên Til Temir bênavber berdewam dikin. Her wiha artêşa dagirker li roja 3ê Sibatê li gundên Depsa, Bagera, Amriyê û Girê Şehîd Dilşêr sewqiyata leşkeri kir û li wan gundan hejmarekî zêde çekên giran bicîh kir. “