NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya HRE’yê ya li ser mijarê wiha ye:
“Rojên 4 û 5’ê Sibatê, li gundê Hezwan ê bi ser herêma Babê ve hêzên me li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyên sekvaniyê li dar xistin. Di encamê van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.
Roja 4’ê Sibatê li gundê Meryemîn ê bi ser navçeya Şera ve li hember çepereke çeteyên Cebhe El-Şamiye hêzên me çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de hejmara kuştiyan nehat zelalkirin, li gorî agahiyên bi dest ketine 2 çete birîndar bûn. Her wiha çeperek û çekeke doçka hatin rûxandin.
Roja 5’ê Sibatê, li derdora bajarê Mareyê hêzên me li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Her wiha artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa, Şera û herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin. Di heman demê de artêşa dagirker baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Kiştaar topbaran kir.”