NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundên Meranaz, Şewarxe, Kela Şewarxe û Malikiyê yên navçeya Şera ya Efrîn û gundên Neyreb a Idlibê.
Ji saetên şevê û vir ve dagirker gundên Meranaz, Şewarxe, Kela Şewarxe, Maliyê yên Şera dibin ber topan, di van setan de jî êrîşî gundên Til Ecar, Irsadiye, Kefer Antûn û Methana Feysal dikin.
Bomberdûmana li herêmê dewam dike.
ÊRÎŞÎ GUNDÊN NEYREB Ê IDLIBÊ JÎ DIKIN
Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî bajarokê Neyreb ê dikeve rojhilatê Idlib a di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyeyê de ye dike.
Hate ragihandin ku çeteyên El Nûsre bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî herêm kiriye.
Li bajarokê Seraqîb a di bin dorpêça hêzên rejîma Sûriyeyê de ye jî, di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîma Sûriyeyê de şerên dijwar diqewimin.