AMED – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora binpêkirina mafan a li herêmê bi raya giştî re parve kir. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Betaray, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun û Nûnerê Herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilat ê ÎHD’ê Abdulselam Înceoren, “Rapora Binpêkirina Mafan a Sala 2019’an a Herêma Rojhilat û Başurê Rojhilat” bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin.
Ewilê Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray, diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafan her ku diçe belav dibe û wiha got: “Sedema binpêkirina mafan polîtîkayên îqtîdara siyasî ye. Sedem polîtîkayên ewlehiyê ye.”
Bataray, diyar kir ku li gel 2 salin Rewşa Awarte rabûye jî pêkanînên wê mayinde bûne û wiha got: “Qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê kirin, li gel biryara DMME’ê Selehattîn Demîrtaş, Osman Kavala nehatin berdan. Mavê bijartin û hilbijartinê ji dest hatiye girtin. Ev nîşan dide ku binpêkirina mafan gelek zêde ye. Dîsa li gel îdîayên êşkenceyê ya li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a li Rihayê lêpirsîn nehatiye kirin. Li navçeya Çinar a Amedê êşkence li welatiyan hatine kirin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê welatî hatin destgîrkirin û êşkence lê hatine kirin. Ev nîşan dide ku bûyerên êşkenceyê zêde bûne. Bataray xwest derbarê kesên êşkenceyan dike, lêpirsîn bê vekirin û bên darizandin.
Bataray, destnîşan kir ku yek li cihê ku êşkence bi rêk û pêk tê kirin girtîgehin û wiha axivî. “Girtî tên sirgûnkirin. mafê wan ê tenduristiyê ji destê wan tê girtin. Rastî lêpirsîn, tecrîd û dîsîplînê tên. Mafê wan ê ziyareta malbatan û ragihandinê tê qedexekirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Di sala 2019’an de tenê li nexweşxaneyê herêmê 6 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan 458 jê giran bi giştî 1334 girtiyên nexweş hene.
Bataray, anî ziman ku li girtîgehan tecrîd belav dibe û wiha lê zêde kir: “Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, malbat û parêzer nikarin hevdîtin bikin. Abdullah Ocalan û girtiyên din nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Ev li dijî hiqûqê ye. Tecrîda li Îmraliyê ji aliyê me parazvanên mafên mirovan de nayê qebûlkirin û divê bê rakirin. Divê zext û tundiya li ser raman û îfadeyê bê rakirin.
Bataray, xwest dest ji polîtîkayên bêcezakirinê berdin û wiha pêde çû: “Li herêma me bi dehan jin, zarok û ciwan hatin kuştin. Ji her kesî û ji her temenî mirov rastî tundî û êrîşên tundî û fîzîkî hatin. Ev êrîş û tundî didome. Ev yek bingeha xwe ji polîtîkayên bêcezakirinê digire. Divê cudakariya zayendî bi dawî bibe. Divê dawî li polîtîkaya bê cezakirinê bînin. Divê pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyane bên çareserkirin.
Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren jî bîlançoya binpêkirina mafan a herêmê ya sala 2019’an aşkere kir û wiha got: “Li herêmê 5 kes ji aliyê esker û polîsan ve hatin kuştin. 8 kes birîndar bûn. Kesek ji aliyê cerdevanan ve birîndar bû. Li girtîgehan 4 kesan dawî li jiyana xwe anî bi giştî 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di encama îhmala fermî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 102 kes birîndar bûn. 1 jê zarok 3 welatî bi maşînê zirxî yên polîsan hatin kuştin. 1 zarok birîndar bû. 5 esker û polîs bi îdîaya întîhar kirine mirin. Di sala 2019’an de rêveberekî partiya siyasî û 2 parêzer di êrîşê de hatin kuştin. 4 rêveberên partiyên siyasî, 6 mamoste, 1 rojnameger, 1 rêveberê rêveberiya herêmî, 2 parêzer û 1 xizmetkarê tenduristiyê birîndar bû. Di pevçûn û şerê li herêmê de 50 polîs, eskeran jiyana xwe ji dest dan û 83 kes birîndar bûn. 319 endamên rêxistina çekdarî jiyana xwe ji dest dan û 12 sivîl jiyana xwe ji dest dan. 23 sivîl birîndar bûn. 1 kes li ser sînor hat kuştin. Di operasyona eskerî ya “Bariş Pinarî” de 2 zarok, 1 jê jin, bi giştî û bi giştî 16 kes di bûyerên li ser sînor de hatin kutin. 71 welatî birîndar bûn. Di teqîna mayînan de 2 zarok bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1 zarok birîndar bûn.
5 zarok, 24 jin û 18 mêr bi giştî 47 kes kuştî hatin dîtin.
Li 8 bajaran û 24 navçeyan 23 caran herêmê ewle û qedexeyên derve hatin îlankirin. 17 jinan dawî li jiyana xwe anîn. 33 jin di encama tundiya malê de hatin kuştin. 41 jin di êrîşan de birîndar bûn. 15 jin di êrîşên civakî de jiyana xwe ji dest dan. 21 di erîşan de birîndar bûn. Tundiya zayendî li 14 jin hatin kirin û li ser 7 jinan fihûş hat ferzkirin. 3 zarokan întîhar kir. 2 zarok teşebbusî întîharê kirin. 3 zarok di encama tundiyê de hatin qetilkirin. 6 zarok birîndar bûn. Destdirêjiya zayendî li 1526 zarokan hatin kirin. 67 kes dema destgîrkirî nêzîkatiyên xirab û êşkence lê hatine kirin. 125 kes li derve tundî û êşkenceyê lê hatine kirin. Li 150 girtî li girtîgehan tundî û êşkence hatine kirin. 16 kes rastî ferzkirina sixûriyê hatin. 167 kes di bûyerên civakî de birîndar bûn. Li herêmê qeyûm tayîni 31 şaredariyan hat kirin û 50 jê zarok 2 hezar û 987 kes hatine binçavkirin, 511 kes hatine girtin û polîsan bi ser 2 hezar û 81 malan de girtiye.
Di erbarê 105 kesan de lêpirsîn hat vekirin. Li 132 kesan doz hat vekirin. Di derbarê 31 dosyayan û 110 kesan de ceza hat birîn. 20 avahiyên partiyê û 3 buroyên hilbijartinê, 3 sendîka û 6 avahiyên şaredariyê rastî êrîşan hatin. Di sala 2019’an de 80 caran qedexe hatin îlankirin. 103 girtî hatin kirgûnkirin û 64 girtî mafê wan ê tenduristiyê hat îhlalkirin. 39 girtî rastî tecrîdê hatin. 20 girtî rastî cezayê dîsîplînê ha tin.